Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek ragihand ku par wan mazûvaniya zêdetirî 64 milyon geştyaran kiriye û ji geştyariyê zêdetirî 65 milyar dolar dahat bi dest xistiye.
Mehmet Şîmşek li ser Bakurê Kurdistanê jî eşkere kir ku zêdetirî 3 milyon geştyarên biyanî çûne herêmê.
Mehmet Şîmşek di merasîma ragihandina "Rotaya Bajarên Kevnar ên Êlih û Şirnexê" de gotarek pêşkêş kir.
Ev merasîm li navçeya Heskîfê ya Êlihê hat lidarxistin.
Proje di çarçoveya xebatên Ajansa Bipêşketin û Danasîna Tûrîzmê ya Tirkiyeyê (TGA) de hatiye amadekirin û ji aliyê parêzgehên Êlih û Şirnexê ve hatiye plankirin.
"Em Êlih û Şirnexê bi cîhanê didin naskirin"
Şîmşek destnîşan kir ku ew erdnîgariya ku lê kom bûne xwedî dîrokeke herî kêm 12 hezar salî ye û wiha axivî:
"Rotaya Bajarên Kevnar ên Êlih û Şirnexê ku em îro radigihînin, ne çalakiyeke asayî ye. Ev gav gelekî biqîmet û girîng e.
Em Êlih û Şirnexê bi dîrok, çand û xwezaya wan careke din bi cîhanê didin naskirin. Ya herî girîng jî em wan bi çîrokên wan didin naskirin."
Dahat zêde bûye
Wezîrê Xezîne û Darayiyê li ser bipêşketinên sektora geştyariyê jî axivî û diyar kir ku par Tirkiye di warê kişandina geştyaran de li cîhanê ketiye rêza çaremîn û wiha pê de çû û got:
"Em sala 2002yan di rêza 20an de bûn. Ti serkeftin ne tesadufî ne, ev encama hewldaneke mezin e.
Par zêdetirî 64 milyon geştyaran welatê me ziyaret kir û me zêdetirî 65 milyar dolar dahat bi dest xist.
Em di rêza dahata geştyariyê ya cîhanê de di rêza heftemîn de ne."
Piştgiriya ji bo geştyariyê
Şîmşek her wiha da zanîn ku şer û pevçûnên li herêmê bandor li sektora geştyariyê nekiriye.
Wî eşkere kir ku wan ji bo piştgiriyê du gavên girîng avêtine û got:
"Ya yekem; dabînkirina 60 milyar lîreyî (nêzîkî milyarek û 320 milyon dolarî) kredî ji bo sektora tûrîzmê.
Ya duyem jî kêmkirina baca mayîna li otêlan e. Me ev bac ji sedî 2yan daxist ji sedî 1ê."
"Muzexaneya vekirî ya cîhanê"
Şîmşek di hikûmeta Tirkiyeyê de, li ser geştyariya Bakurê Kurdistanê jî agahiyên berfireh dan û got:
"Par nêzîkî 3 milyon û 53 hezar geştyarên biyanî ev herêm ziyaret kir. Ev jî dike ji sedî 5,8ê tevahiya geştyariya welêt.
Ji her 100 geştyarî, tenê 6 kes herêmê ziyaret dikin û demeke kurt dimînin.
Sedema vê jî fikarên ewlehiyê yên berê ne."
Şîmşek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser potansiyela herêmê û anî zimên:
"Bi Tirkiyeyeke aram re, ez bawer dikim ku herêm dê bibe motora nû ya bipêşketina tûrîzma Tirkiyeyê.
Ev erdnîgarî muzexaneya vekirî ya cîhanê ya herî mezin e.
Girê Mirazan , Çiyayê Nemrûdê, Anî, Heskîf, malên kevirî yên Mêrdînê, dêrên Midyadê, Kela Rûmê, Sûrên Amedê û Çiyayê Cûdiyê li vir in.
Li cîhanê kêm cih hene ku di warê dîrok, çand, ol û şaristaniyê de ew qasî dewlemend bin.
Lewma dê ev herêm bibe navenda nû ya geştyariyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse