Komîsyona Hilbijartinan fermana Barzanî red kir

17-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê bersiva Barzanî da û ragihand, hilbijartinên serokatiyê di 20ê Tebaxê de nikare were kirin.

 

Serokê Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê Hindirên Mihemed ragihand, di civîna awarte ya komîsyonê de biryar hat dayîn ku hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê neyê kirin.

 

Hindirên Mihemed li ser sedema wê yekê jî got, çimkî em nikarin di dema ku maye de hilbijartinan bikin her wiha bûdceya hilbijartinan jî nehatiye veqetandin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beriya niha ferman dabû, hilbijartinên serokatiyê roja 20ê Texaba îsal were kirin.

 

Dema serokatiya Barzanî 28ê Tebaxa îsal xilas dibe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst