کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Alaya Yekîtiya Ewropayê / Wêne: Arşîv

Alaya Yekîtiya Ewropayê / Wêne: Arşîv

Nêrîn

Zarokên winda yên Ewropayê

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Arif Qurbanî
Arif Qurbanî

22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Wehma aramiyê: Dewleta nermalavê û dewleta betonî
Nêrîn22-11-2026

Wehma aramiyê: Dewleta nermalavê û dewleta betonî

Rêbaz Elî
Rêbaz Elî
Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?
Nêrîn19-11-2026

Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?

Omer Ehmed
Omer Ehmed
Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve
Nêrîn19-11-2026

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve

Cano Şakir
Cano Şakir

Diyardeyeke metirsîdar li welatên Ewropayê derketiye holê; ne tenê sal bi sal, meh bi meh rêjeya wê ber bi bilindbûnê ve diçe.

Vê diyardeyê tirs û dilgiranî xistiye dil û derûna hemû malbatan; ew jî diyardeya windabûna zarokan e.

Rêje bi awayekî wisa ber bi zêdebûnê ve diçe ku mirov dikeve nav gumanan; li welatên wisa ku asta gihîştina agahiyan û çavdêrîkirinê gelekî bi pêş ketiye lê dîsa jî rojane guhên mirov li nûçeyên windabûn û revandinê dibe.

Mebesta min ji windabûna zarokan ne ew rêkarên yasayî ne ku li welatên Ewropayê tên meşandin; ku eger hest pê bikin malbatek girîngiyê nade perwerdekirina zarokên xwe yan rastî êş û azara derûnî û laşî tên yan jî jîngeha malbatê ji bo xwedîkirina zarokan ne guncav e, hikûmet bi xwe bi zorê zarokan ji malbatan distîne, yan wan dibe navendên taybet ên xwedîkirina zarokan, yan jî wan dide malbatên din.

Ev diyardeyeke berbiçav e û di çarçoveya yasa û qanûnên Ewropayê de tê pêkanîn. Ya ku ez li vir wekî diyardeyeke xofdar îşaretê pê dikim, windabûn, revandin û nediyariya çarenivîsê ji aliyê kesên nediyar ve ye.

Berê, xasma di serdema şer û xelayê de, gelek caran diyardeya windabûna zarokan diqewimî.

Di van salên dawî de jî ew yek eşkere bû ku her di demên berê de li hin navendên xwendin û perwerdeyê yên li dêran, gelek zarok û xort û keç winda bûne û di van demên dawî de derket holê ku her li wan navend û saziyên olî û perwerdeyî destdirêjî li wan hatiye kirin û paşê hatine kuştin.

Tiştê ku di demên berê de bi hêsanî diqewimî û bi zehmetî eşkere dibû; di vê serdemê de divê bi zehmetî biqewime û bi hêsanî eşkere bibe lê ev diyardeya li welatên Ewropayê bi giştî û bi taybetî jî ez dabaşa Almanyayê dikim, bi hêsanî diqewime û bi dijwarî eşkere dibe.

Di demekê de ku ji ber bipêşketina amûrên pêwendî û çavdêriyê, nedibû li welatên Ewropayê ew yek biqewime ku heftane û mehane ji kesekî zêdetir winda bibin û çarenivîsa wan nediyar bimîne.

Dibe ku amar şokker bin eger ez bibêjim salane bi sedan xort û keçên ji 12 salî heta 17 salî winda dibin û çarenivîsa wan nediyar e.

Tenê di 2 hefteyên borî de li Almanyayê 4 bûyerên revandina keçên di bin 14 salî re li ser rêya dibistanê hebûn. Xizm û merivên wan ti agahiyan li ser çarenivîsa wan nizanin.

Di nav medyayê û li ser torên civakî jî çend senaryoyên cuda cuda yên metirsîdar tên qalkirin ku ev yek cihê şermeke herî mezin e ji bo sazî û dezgehên van welatan ku bi wê hêsaniyê karibin zarokan birevînin û nekaribin wan bibînin.

Xwezaya mirov bi wî awayî ye ku tawanan dike lê erk û berpirsyariya dewletê rêgirtina li encamdana tawanan, dîtina tawanbaran û cezakirina wan e.

Cihê matmayînê ye ku bê gotin di salekê de wekî mînak 20 keçên di bin 14 salî re hatine revandin û tiştek li ser çarenivîsa wan nayê zanîn, encamderên ti yekê ji wan revandinan jî nehatine dîtin.

Berî eşkerebûn û belavbûna agahiyên nemirovî û bêexlaqî yên girava Epsteinê, nêrîna giştî ji bo bûyerên windabûn û revandina zarokan bi torên mafyayî yên qaçaxçîtî û bazirganiya bi mirovan ve dihat girêdan; çi ji bo mebesta seksî, yan ji bo firotina endamên laş, yan jî ji bo karê bi zorê.

Bi taybetî jî wisa dihat ravekirin ku ew bûyer û diyarde li wan welatan belav û berbiçav in ku yasa li wan ne serdest e, desthilata dewletê lawaz e û kom û çeteyên mafyayê hukim dikin.

Lê piştî belavbûna rûreşî û riswayiyên girava Epsteinê derket holê ku ev diyarde di ser şiyana çeteyên qaçaxçîtî û bazirganiya bi mirovan a li welatên bipaşketî re ye, karekî rêxistinkirî ye li welatên herî bipêşketî yên cîhanê û desthilatdarên herî bilind û sermayedarên mezin ên cîhanê tê de beşdar in.

Lewra ev diyardeya ku niha li welatên Ewropayê belav bûye, berî her tiştî, ew tişt tê bîra mirov ku ne dûr e ev jî karekî rêxistinkirî be.

Dibe ku piştî girtina girava Epsteinê çend giravên din ên wekî wê hebin an jî nû hatibin avakirin û hîn ji bo raya giştî nehatibin eşkerekirin.

Revandin û windabûna zarokan jî ji bo têrkirina ajo û xwestekên şeytanî yên şehwetbazên di nav hin navendên desthilatê de be.

Ji bo welatên Ewropayê ev mijar gelekî cudatir e ji her welatekî din ê cîhanê; ji welatên hejar û bipaşketî bigire heta Amerîkayê.

Li her cihekî din ê cîhanê ev diyarde hebe, bi qasî wê yekê ne şokker e ku li welatekî Ewropayê belav bibe; ji ber ku Ewropa xwe wisa nîşan dide ku navenda parastina maf, rûmet û nirxên exlaqî û mirovî ye.

Bi hezaran rêxistinên çalak û navendên çavdêrîkirinê ji bo nirxên mirovî hene. Veguhertina vê yekê ji bûyerê ber bi diyardeya windabûna zarokan ve, ne tenê desthilatê, heta hemû rêxistin û navendên wan jî dixe bin pirsyarê.

Divê navendên desthilatê yên Ewropayê berpirsyariyeke mezin bigirin ser milên xwe ji bo rêgirtin û bidawîanîna vê diyardeya metirsîdar. Tenê bi wê yekê jî ew guman direvin ka gelo giravên wekî Epsteinê li Ewropayê hene yan na?

Nûçeyên Têkildar

Wehma aramiyê: Dewleta nermalavê û dewleta betonî
Nêrîn22-11-2026

Wehma aramiyê: Dewleta nermalavê û dewleta betonî

Rêbaz Elî
Rêbaz Elî
Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?
Nêrîn19-11-2026

Çima bihayê zêr û zîv bi lez dadikeve?

Omer Ehmed
Omer Ehmed
Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve
Nêrîn19-11-2026

Dengê jinê di wêjeya Kurdî de: Ji bêdengiya dîrokê ber bi afirandina cîhanên nû ve

Cano Şakir
Cano Şakir
Pirsên