Li Silêmaniyê şûnwarê gundekî hat dîtin ku dîroka wê vedigere 13 hezar û 500 sal berê

17-06-2023
RÛDAW
Li gundê Zerzê yê li devera Çemê Rêzan ku 50 kîlometreyan dûrî bajarê Silêmaniyê ye, du profesorên ji Zanîngeha Readingê ku hevjînê hev in serpereştiya kolandinê dikin
Li gundê Zerzê yê li devera Çemê Rêzan ku 50 kîlometreyan dûrî bajarê Silêmaniyê ye, du profesorên ji Zanîngeha Readingê ku hevjînê hev in serpereştiya kolandinê dikin
Nîşan Silêmanî Çemê Rêzan Gundê Zerzê Roger Martin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmeke arkeolojîk ku li devera Çemê Rêzan a Silêmaniyê lêkolînê dike, cihekî dîroka wî vedigere berî 13 hezar û 500 salî dît. Profesorê Zanîngeha Readingê ya Brîtanyayê Prof. Dr. Roger Martin ku serokatiya tîma kolandinê dike dibêje; komek kesên ji şikeftan li wî geliyê av têde heye komelgehek ava kirine. Martin got, "Ava li vê newalê dihereke wiha kiriye ku li vê derê mirov bijîn.”

Li gundê Zerzê yê li devera Çemê Rêzan ku 50 kîlometreyan dûrî bajarê Silêmaniyê ye, du profesorên ji Zanîngeha Readingê ku hevjînê hev in serpereştiya kolandinê dikin.

Ekîba kolandinê cihgeheke ku dîroka wê vedigere 11.500 pêş zayînê dîtin.

Çavdêrê tîmê û profesorê Zanîngeha Brîtanî Reading Prof. Dr. Roger Martin wiha got: "Mirov ji şikeftan hatin vê derê. Wê demê, ew serdemek nû bû, ji ber hebûna newalekî ku av diherikî, ev der kir cihê jiyanê. Mirovên li vê derê nêçîr kirine û goşt xwarinê û kêf kirine.”

Martin diyar kir dîroka wî gundî vedigere berî serdema çandiniyê got: “Berî ku ji şikeftan derbasî jiyaneke niştecihbûyî ya li ser çandiniyê bibin, demekê li wir bi cih bûn û jiyan kirin. Kevir xêz dikirin û aletên jêkirinê çêdikirin. Ji ber ku em behsa serdemek beriya jiyana li ser çandiniyê dikin.

Keşfa dîrokî ya ku li gundê Zerzê hatiye dîtin, vedigere serdema beriya serdema neolîtîk. Tîma kolandinê ya Brîtanîyayê 5 sal in li wê herêmê bi tîmeke li Silêmaniyê xebatên hevpar dikin.

Tenê 18 tîmên biyanî yên arkeolojiyê di nav sînorên parêzgeha Silêmaniyê de lêkolînan dikin.

Rêvebirê Giştî yê Şûnwar û Berhemên Dîrokî yê Silêmaniyê Kemal Reûf diyar kir ku hin bermahiyên ku hatine dîtin, der barê jiyana mirovên li vê wargeha dîrokî de hin nîşanan didin û got: “Wan ji keviran amur, ji hestî derzî û ji bo ciwankariyê gelek tişt çêkirine.”

Keşfa nû ya li gundê Zerzê yê geliyê Çemê Rêzan a Silêmaniyê hatiye kirin, dîroka wê ji dîroka gundê herî kevnare yê çandiniyê Çermo (Charmo/Jarmo) (7000 berî zayînê) ku dikeve li herêma rojhilatê navçeya û Çemçemalê û ji bermahiyên li gundê Bestanê yê Şarêzurê jî kevintir e.

Tîma kolandinê ya Brîtanî 10 sal in li van cihên dîrokî dixebitin û keşfên 5 salên ewil di pirtûkekê de hatine berhevkirin.

Li gor Rêveberiya Şûnwar û Berhemên Dîrokî ya Silêmaniyê dibêje; Ji 5 hezar û 300 şûnwarên dîrokî yên Silêmaniyê tenê li ji sedî 40 kolandin tên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst