MÛŞ - Bav keça xwe neda evîndarê wê: Wan li pey hev xwe kuşt

17-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Evîndarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tilê ya Mûşê Yakup û Dîlanê bi salan ji hev hez dikir.

Piştî ku negihane hev Dîlanê xwe kuşt, piştî wê bi 3 rojan jî Yakup xwe kuşt.

Cenazeyên Yakup û Dîlanê li ser daxwaza dayikên wan li kêleka hev hatin veşartin. Bi gorekê ve kesk bi ya din ve jî paçika sor hat girêdan.

Bûyerê li gundê Kotê yê navçeya Tilê ya Mûşê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Wan li pey hev dawî li jiyana xwe anî

Li gorî şêniyên gund, Dîlan Tunayê piştî ku bavê wê rê neda ku malbata Yakup Sonmez were xwazgîniya wê 10ê tebaxê bi çekê xwe kuşt.

Piştî ku Dîlanê xwe kuşt bi 3 rojan, 13ê Tebaxê Yakup jî debar nekir û bi heman awayî dawî li jiyana xwe anî.

Muxtar qebûl nekir

Hevalekî Yakup Sonmezê ku ji gundê Kotê ye bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji Rûdawê re axivî.

Yakup û Dîlanê 9 salan ji hev hez kir û gundiyan jî bi vê yekê dizanibû lê belê bavê Dîlanê yê ku muxtarê gund e li dijî zewaca wan derket.

Malbata Yakup Sonmez 10ê Tebaxê ji bo xwazgîniya Dîlanê çûne mala wan.

Muxtar ji keça xwe re got, “Here ji wan re bêje, ez keça xwe nadime wan.”

Dema ku Dîlan li dijî vê yekê derket, bavê wê hêrs bû û lê xist.

Li ser vê yekê keça ciwan li malê bi tivingê gule berda dilê xwe û canê xwe ji dest da.

Hîn dema ku şêniyên gund di şoka wê mirina wê de bûn, vê carê jî 13ê Tebaxê Yakup bi heman awayî gule berda dilê xwe.

Mesele ne qelen e

Li ser tora civakî hat îdiakirin ku sedema negihîştina wan ciwanan “qelen” bûye.

Lê belê hevalekî din ê Yakup Sonmez jî ji Rûdawê re got, “Mesele ne qelen e.”

Hevalê Yakup diyar kir ku ew hevalê hev ê zarokatiyê ne û Dîlan jî hevala wî ya dibistanê ye û got:

“9 sal çêbûn. Wan ewqasî ji hev hez dikir ku dema têgihîştin nikarin bigihêjine hev, wan xwe kuşt.

Bavê wê ji ber sedemên biçûk keça xwe neda. Ti pirsgirêk nebû, tiştên biçûk mezin kirin.”

Gorên wan li kêleka hev in

Piştî bûyera biêş 2 ciwan li ser daxwaza dayikên wan li kêleka hev hatin veşartin.

Bi kevirê gora Yakup ve paçikeke kesk û bi kevirê gora Dîlanê ve jî paçikeke sor hat girêdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst