Yuksel Genç: Ev nifşê dawî ye ku bi dayîkên xwe re bi Kurdî diaxive

17-08-2025
RÛDAW
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê Yuksel Genç bû mêvana Rûdawê/Wêne: Rûdaw
Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê Yuksel Genç bû mêvana Rûdawê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Yuksel Genç Kurdî Tirkiye Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê Yuksel Gençê diyar kir ku li Tirkiyeyê di nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurdan de, meseleya ziman û nasnameyê di cihekî krîtîk de ye.

Yukselê her wiha got, "Em bi nifşê dawî re rû bi rû ne ku bi dayikên xwe re bi Kurdî diaxivin."

Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, ji sedî 97,79ê beşdaran xwestiye ku di hemû qonaxên perwerdeyê de Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê Yuksel Genç bû mêhvana Rûdaw TVyê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Yuksel Gençê got, “Di nav Kurdan de daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî her tim gelekî zêde bû.

Lêbelê kêmbûna dramatîk a rêjeya pêwendiya bi zarokan re ya bi zimanê zikmakî yek ji pirsgirêkên sereke ye.

Em niha bi nifşê dawî re rû bi rû ne ku herî zêde bi dayikên xwe re û di nav xwe de bi Kurdî diaxivin. Lê ev nifş bi giranî bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxive.”

Fikarên malbatan: Perwerde, dûrxistin û jiyana kar

Gençê diyar kir ku sê sedemên sereke hene ku malbat bi zarokên xwe re ji axaftina bi Kurdî dûr disekinin.

Sedema yekem, xwesteka pêşîgirtina li travmaya ku dê zarok li dibistanê bijîn e ji ber ku zimanê perwerdeyê Tirkî ye.

Sedema duyem, tirsa ji dûrxistina zarokên xwe di derdora civakî, dibistan û qada giştî de ye.

Sedema sêyem jî ew e ku di bazara kar de ti beramberiya Kurdî nîne.

Gençê got, “Ev fikar ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên bi salan in tên meşandin û di nava civakê de bûne otosansûr, çêdibin.”

“Pêwendiya bi zimanê zikmakî lawaz dibe”

Yuksel Gençê anî ziman ku yek ji vedîtinên herî girîng ên di lêkolînê de ew e ku pêwendiya malbatan a bi zarokên xwe re ya bi Kurdî bi awayekî dramatîk kêm bûye û ev hişyarî da:

“Eger pêşî li vê rewşê neyê girtin, dê perwerde, axaftin û pêwendiya bi zimanê zikmakî her ku biçe lawaz bibe û bitemire.”

Ji bo pêvajoya çareseriyê şertê zimanê zikmakî

Genç bal kişand ser pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Tirkiyeyê û got:

“Ji bo ku pêvajo bi ser keve, divê qedexeyên li ser Kurdî bên rakirin, bibe zimanê perwerdeyê û di jiyana civakî-aborî de xwedî cihek be.

Lê daxuyaniyên birêvebirên MHPyê yên derbarê madeyên destûrê de hêvîdar nînin.”

“Kolana Kurd perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî pêdiviyeke bingehîn dibîne”

Gençê destnîşan kir ku di nava civaka Kurd de daxwaza zimanê zikmakî xurt e û wiha axivî:

“Kolana Kurd perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî pêdiviyeke bingehîn dibîne.

Ji bo parastin û pêşxistina zimanê zikmakî, divê teqez bibe zimanê perwerdeyê. Di pêvajoya çareseriyê de dîtina vê daxwazê şert e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst