Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku gerîlayekî wan ê xelkê Helebceyê canê xwe ji dest daye.
PJAKê da zanîn ku wî berî 2 salan di êrişeke Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandinê ya YRKyê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku sala 2023yan bi dehan caran ji aliyê Tirkiyeyê ve êrişên asmanî li dijî hêzên wan hatine kirin.
Di encama yek ji wan êrişan de 29ê Kanûna Paşîn a 2023yan li Çiyayê Asosê gerîlayekî wan ê bi nasnavê Helmet Helebce canê xwe ji dest daye.
Navê fermî gerîlayê PJAKê Şahid Sîrwan e û ew li Helebceyê ji dayîk bûye.
YRKyê sersaxî ji malbata wî re xwest û got, “Em careke din soz didin ku em dê hêvî û têkoşîna wî bi serkeftinê tacdar bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse