Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a Bakurê Kurdistanê di 26emîn şehadeta Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Îran) Dr. Sadiq Şerefkendî de ew bibîr anî.
Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî şeva 17ê îlona 1992ê, dema li bajarê Berlîn yê Alamanyayê hevdîtin bi dijbereya Îranê re pêk tanîn, rastî êrişeke ji hêla îstixbarata Îranê ve hatibû birêxistinkirin hat. Di encama êrişê de Dr. Şerefkendî, nûnerê partiya wî yê Ewropayê Fattah Abdolî, nûnerê partiyê yê Almanyayê Humayum Ardalan û muxalifê Îranî, Nurî Dehkurdî jiyana xwe ji dest dan.
Di encama dozê de hem kujer hatibûn cezakirin û hem jî dewleta Îslamî ya Îranê wekî berpirsa vê terorê hatibû destnîşankirin.
Di encama rûniştinên dadgehê yên li Berlînê, ku nêzî ҫar salan dom kir, cezayê mûbetê dan Kazim Darabî û Abbas Huseyîn Rayal ên kujer. Yusuf Emînê berevanî dikir bi 11 sal û Mohammed Atrîsê ajovaniya kujeran kir bi 5 sal û 3 mehan cezakirin.
PAKê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “ew dewleta Îranê careke din jî ji ber vê qetlîamê rûreş dikin. Di 26emîn salvegera şehadeta wan de em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û bi giramî bi bîr tînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse