Salîha Elî li Kobanî 40 sal e kelûpelên Kurdewarî berhev dike

17-09-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Salîha Elî mala xwe kiriye wek muzexane
Salîha Elî mala xwe kiriye wek muzexane
Nîşan Kobanî Salîha Elî
A+ A-

Kobanî (Rûdaw) - Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jineke Kurd ev  40 sal e kelûpelên folklorî berhev dike û mala xwe jî kiriye wek muzexane.

Salîha Elî ev 40 sal e digere û tiştên folklorî yên Kurdewarî kom dike û li mala xwe dide pêşandan.

Mala Salîha Elî bûye mîna pêşangeheke kelûpel û tiştên folklorî û kelepûrî. Girêdan û cil û kincên Salîha bi tena serê xwe li tabloyeke hunerî ya nexşdar diçin.

Salîha ji biçûkaniya xwe ve, kelûpelên kurdewarî berhev dike û beşê herî mezin karên destê wê bi xwe ne.

Salîha Elî ji Rûdawê re got: “Min ji biçûkatiya xwe dest bi komkirin û çêkirina van berham kir. Dema ez zewicim min navber da. Lê niha zarok mezin bû û her yekê bi cihekê ve çûn. Min disa dest bi çêkirinê kir.

Salîha kildanên kevn û hin tiştên din ên xemla keç û jinan, mêrkut, destar û alavên çandiniyê û çend tiştên kevnar li ba xwe diparêze da ku neyên jibîrkirin û winda nebin.

Salîha hêvî dike rojekê ji rojan van tişt û kelûpelan di nav muzexaneyeke taybet de biparêze, da bi hêsanî her kes mîrat û kelepûra vê deverê nas bike û pê aşina bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst