Heşda Şeibî gihişte Deriyê Perwêzxan

17-10-2017
RÛDAW
Xaneqîn
Xaneqîn
Nîşan Deriyê Perwîezxan Heşda Şeibî Germiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Hêzên Heşda Şeibî piştî çûne nav navçeya Xaneqînê, ji wir xwe gihandine deriyê sînorî yê Perwêzxanê ya di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de.


Peyamnêrê Rûdawê li Xaneqînê Helo Mihemed ragihand, ku piştî ku pêşmerge hêzên xwe ji Gulale û Xaneqînê vekişand, hêzên Heşda Şeibî îro demjimêr 07.00ê danê sibê hatine nav Xaneqînê.

 

Peyamnêrê Rûdawê got: “Xala balkêş ew e, ku hêzên Heşda Şeibî sînorên madeya 140 jî derbas kirine û ber bi navçeya Kelarê ve tên. Ti hêzek jî nîne li hember wan bisekine.”

 

Hikûmeta Îranê beriya çend rojan deriyê Perwêzxanê jî weke deriyênd in ji hatinçûnê re girtibû.

 

Deriyê Perwêzxan, dikeve navbera navçeyên Xaneqîn a herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê û navçeya Qerê Şîrîn a parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kuridstanê.

 

Ev derî di sala 2010ê de vebû û sala 2011ê de bû deriyekê navneteweyî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst