Li Germiyanê nêçîrvanek hat kuştin, yek jî birîndar e

24-01-2024
Nîşan Germiyan Kuştin Nêçîrvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Zinaneyê ya Germiyanê nêçîrvanek hat kuştin yek jî hat birîndarkirin.

Bûyerê îro berê sibehê li herêmên çiyayî yên nahiyeya Zinaneyê ya qezaya Kifriyê rû da.

Rêvebirê Nahiyeya Zinaneyê Wehab Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Pênc nêçîrvan bûn, yek ji wan hatiye kuştin û yek jî hatiye birîndarkirin.”

Nêçîrvanên din hatine desteserkirin û îfadeyên wan tên girtin.

Wehab Ehmed li ser îfadeyên wan nêçîrvanên desteserkirî wiha axivî:

“Nêçîrvan dibêjin polîsên daristanê gule li wan reşandine lê ev ne rast e. Li wê herêmê ti tevgera polîsên daristanê çênebûye.”

“Li vê herêmê DAIŞî hebûn”

Li aliyên din, tê gotin ku Nahiyeya Zinaneyê tevgera DAIŞiyan çêdibe.

Wehab Ehmed diyar ku kir dibe DAIŞiyan jî êrişî nêçîrvanan kiribe û pê de çû:

“Beriya niha bi mehekê li vê herêmê DAIŞî hebûn û hêzên ewlehiyê hatibûn agahdarkirin.

Niha jî guman heye ku DAIŞiyan li nêçirvanan reşandibe lê dibe ku wan jî gule berdabin hev û bixwazin rastiyê veşêrin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst