Piştî sê rojan ji revandinê zarokê Efrînî Ehmed Mistefa hat rizgarkirin

17-10-2018
HUSÊN OMAR
Grûpa Şehîdên El-Şerqiye li Efrînê Ehmed Mistefa  revandibû
Grûpa Şehîdên El-Şerqiye li Efrînê Ehmed Mistefa revandibû
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Zarok Revandin Şehîdên El-Şerqiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokê ku roja yekşemê, ji nav bajarê Efrînê hatibû revandin, ji destê revîneran hat rizgarkirin.

 

Sibeha roja yekşemê (14.10.2018) saet derdora 07.00 dema ku dapîra zarokê bi navê Ehmed Tahir Mistefa yê 10 salî, dibire dibistanê, grûpeke çekdar ku ser û çav nixumandî, ew ji nav destê dapîra wî revandin û bi otomobîleke camreş ji bo cihekî ne diyar birin.

 

Malbata zaroka ku hatî revandin xelkê gundê Mamila ser bi devera Raco ve ye, piştî ê rojan, ew zarok ji destê revîneran hat derxistin.

 

Li gorî parçevideoyekê, ku ji aliyê grûpeke çekdar a bi navê Şehîdên el-Şerqiye ve hatiye belavkirin, 4 kesên ku berê çekdarên heman grûpê bûn, ew zarok revandibûn.

 

Di parçevideoyê de, 4 çekdar xwe didin nasîn û dibêjin ku ew xelkê Himsê ne.

 

Axaftina wan wiha heye:

 

- Navê te çi ye ?

 

- Ehmed Ebûd.

 

Tu ji ku derê yî?

 

- Ji Himsê me.

 

- Te bi kê re kar dikir ?

 

- Bi Şerqiyê re:

 

- Çiqas e, hatî dûrxistin ?

 

- Mehek e.

 

- Kê kurik revandin ?

 

- Vê grûpê.

 

Piştî rizgarkirina wî ji destê wan çekdaran, di parçevideoyekê de, Ehmed Mistefa behsa revandina xwe dike. Berevajoyê videoya ku çekdarên Şerqiye belav kiriye, Ehmed dibêje ku Lîwaya Şemal ew rizgar kiriye.

 

Ehmed Mistefa wiha dibêje: “Ez Ehmed Mistefa ji Efrînê me, ez 4 rojan revandî bûm ji aliyê komek çeteyan ve. Endamên lîwaya Şemal hatin û ez rizgar kirim. Sibehê ez revandim. Ez diçûm dibistanê. Çav, dest û lingên min girê dan."


Ji dema ku artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê herêma Efrînê kontrol kirine, rojane girtin, revandin, dizî û talankirin li herêmê tên kirin.

 

Çalakvanên Efrînê yên ku rewşa herêm dişopînin, tekez dikin ku girtin û revandin li ser destê grûpên çekdar bûye dahateke aborî ji bo wan grûpan. Di nava vê hefteyê tenê de, herî kêm 11 kes ji deverên cuda cuda li nav bajarê Efrînê û gundên herêmê, li ser destê grûpên çekdar hatine girtin û revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst