Dema ku şer rû didin, wekî şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de ku berî çend rojan bi agirbestekê rawestiya, gelek ji me hest bi tirsê dikin; tirseke ku ne kevn e û ne jî ji bo me Kurdan biyanî ye.
Tirsa ji wê yekê ku çirûskên wî agirî li mala me jî bikevin, an jî rewşa me ya ewlehî, aborî û civakî têk biçe. Ev tirs û nîgeranî bûye gotûbêja rojane ya beşeke mezin a malbatan, bûye nûçeya lezgîn a televîzyon û medyaya civakî.
Di vê navberê de, zarok rasterast di bin bandora vê nîgeranî û dilfikariya me de ne; ji ber vê yekê, wek çareserkarekî derûnî, ez pêwîst dibînim ku hin rênîşandanên derûnî pêşkêşî dêûbavan bikim, da ku bikaribin di vê rewşê de baştir alîkariya zarokên xwe bikin.
Yekem: Bila mînaka me şerê li jor behskirî, ango şerê Îran û Îsraîlê be, li şûna ku tu ji zarokê xwe veşêrî, yan jê re bibêjî "tiştek nîne" û "her tişt dê baş bibe", hewl bide bi zimanekî sade û bi aramî ji zarokê xwe re şîrove bikî ku şerek di navbera du welatên cîranên me de heye; lê metirsiyeke wê ya rasterast ji bo me nîne. Eger tiştekî nexwestî jî rû bide, em ê bi hev re bin û li gel hev bimînin, em ê bi hev re wekî malbatekê rûbirûyî wê bibin. Ev yek tirsa li cem zarokê te kêm dike û baweriya di navbera te û zarokê te de jî xurtir dike.
Duyem: Tirsa zarokê te ya ji şer û wêrankariyê ne nexweşiyeke derûnî ye, belkî karvedaneke siruştî ye. Pir pêwîst e ku tu piştevan û alîkarê zarokê xwe bî. Hewl nede wê tirs û nîgeraniyê bi hêrsbûnê yan bi navlêkirina zarokê xwe wekî "tirsonek" kêm bikî. Berevajî, guh bide tirs û dilfikariyên wî; dema zarok hîs dikin ku guhdarî li wan tê kirin û mezin ji wan fêm dikin, baştir û hêsantir dikarin tirsên xwe derbibirin û hest bi ewlehiyeke zêdetir dikin.
Sêyem: Bi rêya medyaya civakî, bêyî filter û bêyî agahdarî, naveroka tundûtûjiyê ya girêdayî şer bi lez digihîje destê zarok û ciwanan; loma pir pêwîst e ku dêûbav çavdêriyê bikin ka zarokên wan li çi temaşe dikin.
Pir girîng e ku dêûbav li ber çavên zarokên xwe li nûçeyan temaşe nekin, ji ber ku siruşta nûçeyên medyayê wisa ye ku di piraniya caran de agahiyekê pêşkêş dike ku yan êşdar e yan jî ne asayî ye.
Bi taybetî di dema borî de ku dihat pêşbînîkirin ku zêdetirî nîvê nûçeyan li ser şerê 12 rojî bin, ji ber vê yekê nabe ku dêûbav li ber çavên zarokan bibin temaşevan û guhdarên van hemû nûçeyên dilşewat û nexweş.
Eger te hest kir ku zarokê te ji ber dîtina dîmenên şer li ser ekranê tûşî nearamî û tirsê bûye, hewl bide pê re biaxivî. Bipirse ka ew hest bi çi dike. Derfetê bide wî da ku tirsa xwe bi rêya axaftinê derbibire.
Eger ji axaftinê hez nekir, wî teşwîq bike ku bi wênekişandin û rengkirinê yan jî bi her çalakiyeke din tirs û nîgeraniya ku heye derbibire; paşê li ser wê yekê pê re gotûbêjê bike.
Çarem: Jê biqere bila rûtîna rojane ya malbata we wekî xwe bidome. Di demên nearam de, yek ji mertalên derûnî ji bo zarokan ew e ku rûtînên jiyana rojane ya malbatê, wekî dema xwarinê, serdan û kombûnên malbatî, lîstik, û dema razanê ya zarokan wekî xwe bimînin.
Bi vê yekê, dêûbav bi awayekî praktîkî, ne tenê bi gotinan, nîşanî zarokên xwe didin ku ew ewle ne û girîngî bi wan tê dayîn û ew ê zêdetir hest bi parastin û îstiqrarê bikin.
Pêncem: Ne tenê girêdayî şer, belkî bi awayekî giştî girîng e ku dêûbav zarokên xwe ji bo her bûyereke nexwestî amade bikin. Girîng e ku alîkariya zarokên xwe bikin da ku bizanibin di rewşeke ne asayî de pêwendiyê bi kê re deynin û kîjan cih ji bo wan ewle ye ku biçinê.
Lê ji vê yekê girîngtir, divê ev amadekarî bi zimanekî aram û nerm be, dûrî zêdegaviya di behskirina metirsiyan de be. Tirsandina zarokan û zêdegavîkirina di behskirina awayê xweparastinê di demên nexwestî de, dibe sedem ku zarok hest bi bêhêziyê bikin û bi îhtîmaleke mezin di demên nexwestî de kêmtir bikaribin wan rênîşandanan pêk bînin ku bi wan hatine dayîn.
Ji bîr neke ku li vir armanc ew e ku zarok hest bi amadebûnê bikin ji bo rûbirûbûna rewşên metirsîdar û nexwestî, ne ku hest bi tirs û bêhêziyê bikin.
Şeşem: Hewl nede êşa gelên din li cem zarokê xwe asayî bikî. Jê re nebêje, "Ez kêfxweş im ku ev tişt tê serê wan, ew dijminên me ne" yan "Ji ber ku ew ne ji dîn, mezheb an neteweya me ne, yan jî wan xerabî bi me kirine, loma heq dikin wê êş û bextreşiyê bibînin." Zarok van peyaman zû werdigerin û ev yek derûna zarokê te bi rik û kînê tijî dike.
Wekî dêûbavên Kurd, divê em hişyar bin û nehêlin şerê kesên din dilê zarokên me jehrî bike. Li şûna nîşandana alîgiriyê, ji zarokê xwe re zelal bike ku şer ji bo tu kesî ne baş e.
Helwesta xwe ya exlaqî wekî mirovek ji zarokê xwe re nîşan bide û jê re bibêje ku nabe em wekî mirov bi êşa kesên din kêfxweş bibin. Ev beşek ji perwerdehiyeke exlaqî ya bilind e. Eger em bi vî rengî alîkariya zarokan bikin, dema ku ew mezin bibin, ew ê baştir bikaribin helwesta xwe ya exlaqî bibînin û dibe ku beşdariyeke wan a çalak di avakirina aştiyê de li ser asta cîhanê hebe.
Perwerdekirina mirov li ser bingeha hevsozî û jîngeh û mirovdostiyê ji zarokatiyê dest pê dike, û ev jî erka sereke ya dê û bavan e.
Bi gelemperî, di dema şer û nexweşiyan de, di parastina tenduristiya derûnî ya zarokên xwe de dêûbav xwedî roleke pir girîng in. Ew dikarin alîkariya zarokên xwe bikin ku bi awayekî tendurist rûbirûyî vê rewşa dijwar bibin.
Ev rênîşandanên li jor şeran ranawestînin, lê dibe ku bibin sedemek da ku ew tirs û nearamî ji bo zarokê te nebe travmayeke derûnî; û ji hemûyan jî girîngtir, da ku ew hest bi hebûn û piştevaniya te wekî dêûbav di jiyana xwe de bike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse