Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ragihand, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê her tim hesabê Herêma Kurdistanê û aramiya Herêma Kurdistanê li ber çavan girtiye û nexwestine têk bibin.
Siyasetmedarê bi ezmûn ê Kurd Mehmûd Osman beşdarî rêwresmeke partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû û diyar kir, ku êrîşên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînor bo ser Îranê rast in.
Osman Mehmûd da xuyakirin, ku Kurdên Îranê, kurdên Hizbî Demokrata Kurdistanê (HDK) û kurdên partiyên din jî, her dem gelek hesabê Herêma Kurdistanê û aramiya Herêma Kurdistanê kirine û got: “Carcaran kêşeyên me li gel birayên me yên PKKê çêbûn lê kêşeyên me li gel Kurdên Îranê çênebûne.”
Siyasermedarê Kurd destnîşan kir, ku Kurdên Îranê naxwazin li Herêma Kurdistanê tiştekî xerab biqewime, ew bi xwe li vir in, li Kurdistana Îranê bi milyonan Kurd hene lê ti mafekî wan tune ye, serkutî li wan tê kirin û ew jî tên vir, nabe biçin derve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse