Urmiye: Îranê 3 girtiyên Kurd îdam kirin

09-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Kurd Urmiye Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 girtiyên Kurd îdam kirin.

Li gorî zanyariyan îro serê sibehê 3 girtiyên Kurd ên bi navê Hesen Çûpanî, Hesen Erebî û Ebdullah Hesenzade li Girtîgeha Urmiyeyê hatin îdamkirin.

Girtiyê bi navê Hesen Çûpanî ji gundê Şehrestinê yê Pîranşarê ye û girtiyê bi navê Hesen Erebî jî ji gundê Enbeyê yê Tirgeverê bûye.

Girtiyê bi navê Ebdullah Hesenzade jî şêniyê gundê Yengeceyê yê Somaya Urmiyeyê ye.

3 girtiyên Kurd bi tohmeta “qaçaxçîtî û bazirganîya madeyên hişbir” ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibûn desteserkirin û li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê hatibûn darizandin.

Dadgehê biryara îdamê li 3 girtiyên Kurd birîbû.

7ê Gulanê Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di raporekê de ragihandibû ku 3 girtiyên Kurd ji bo odeyên yekkesî hatine veguhastin û metirsî li ser wan heye ku werin îdamkirin.

Her roja 7ê Gulanê li Girtîgeha Urmiyeyê girtiyê bi navê Hesen Muherêr jî bi tohmeta “qaçaxçîtiya madeyên hişbir” hatibû îdamkirin.

Îranê sala 2023yan 151 kes jê Kurd 823 girtî îdam kiribûn.

Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.

Li gorî rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di mehên borî de bi tohmeta mijarên siyasî, qaçaxçîtiya madeyên hişbir û kuştina bi qestî 171 kes hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî di raporekê de eşkere kiribû ku sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd in.

Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst