Amed (Rûdaw) - Di salvegera yekem a dîtina termê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê de, li Amedê meşeke berfireh hat lidarxistin.
Malbata Rojînê di meşê de xwwest ku kujer bên dîtin û darizandin, nemaze piştî ku di raporeke nû ya Tiba Dadî ya Stenbolê de hat eşkerekirin ku DNAya du mêran li ser laşê wê hatiye dîtin.
Salek di ser dîtina termê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş re derbas bû.
Li gelek bajaran ji bo dîtina kujerên Rojîn Kabaîşê çalakî tên lidarxistin. Li Amedê jî bi beşdariya dayîk û xwişkên Rojînê ber bi gora Rojînê meşek hat sazkirin.
Malbat û raya giştî dixwazin dewlet kujeran derxe pêşberî edaletê.
"Em dev ji doza Rojînê bernadin"
Ji bo doza Rojînê zelal bibe sazî û rêxistinên civaka sivîl, jin, komên alîgirên Amedsporê, Baroya Amedê, hevşaredarên bajêr û welatiyên ji her temenî li gel malbata Rojînê ber bi gora wê ve meşiyan û bi yek dengî dirûşma "Ji bo Rojînê edalet" berz kirin.
Meta Rojînê, Ozlem Karaaslan wiha got, “Em dev ji doza Rojînê bernadin. Bila her kes li pişt me be û ji me re bibe deng, bila dengê me bibe dengê Rojînê da ku êdî Rojînên din nemirin.”
Xwişka Rojînê, Berîvan Yenerê jî got, “Em dixwazin ji bo Rojînê edalet bi cih were. Rojîn ji bo me li her derê ye.”
Xwişka din a Rojînê Mizgîn Aytaçê jî Parêzgarê Wanê û Rektorê Zanîngehê Yuzuncu Yilê rexne kir û got: “Em pêşî dixwazin rektorê zanîngehê hesab bide.
Dema ku termê Rojînê nû hatibû dîtin û bavê min li ser sedyeyê di hundirê ambûlansê de bû, rektor û parêzgar bi çi mafî û bêyî ku delîlek di destê wan de hebe, ji bavê min re gotin ‘Nîzamedîn Efendî, keça te xwe kuştiye, divê tu vê yekê qebûl bikî.’”
Dayîka Rojînê, Aygul Kabaîşa ku salek e şîna keça xwe de ye , di nav xwenîşanderan de daxwaza xwe dubare kir û got, “Berê min cilên rengîn li xwe dikirin lê ji dema ku ev tişt bi serê Rojînê de hatiye ez tenê reş li xwe dikim.
Kêfa me şikandine, ez dê çawa cilên rengîn li xwe bikim?
Salek e Rojîn ji malê derketiye û em vê êşê dikşînin. Divê kujerên keça min derkevin holê û bên îdamkirin. Em wekî din tiştekî naxwazin.”
Rapor: DNAya du mêran li ser laşê wê hatiye dîtin
Di ser mirina Rojînê re salek derbas bû û malbatê her digot ku keça wan hatiye kuştin.
Herî dawî Daîreya Pisporiya Biyolojîk a Tiba Dadî eşkere kir ku DNAya du mêran li ser laşê Rojînê hatiye tespîtkirin.
Malbat û raya giştî jî dibêjin ku ev yek sedî sed nîşana kuştinê ye û daxwaz dikin ku ew her du kes bên tespîtkirin û girtin.
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş di roja sêyem a çûyîna xwe ya zanîngehê de, di 27ê Îlona 2024an de winda bûbû û di 15ê Çiriya Pêşîn de termê wê li beravên Gola Wanê hatibû dîtin.
Salek e malbata Rojînê li bersiva vê pirsê digere; “Kê, çima Rojîn kuşt?
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse