Kurtulmuş li Amedê çi kir û kê çi peyam da?

Amed (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, bi şandeyeke ku ji endamên Komîsyonê pêk tê çû Amedê.

Kurtulmuş di axaftinên xwe de bal kişand ser mafê zimanê dayîkê û got, “Zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê helal e.”

Numan Kurtulmuş û 30 parlamenterên endamên dîwana serokatiya parlamentoyê û komîsyona çareseriyê, li Zanîngeha Dîcleyê beşdarî merasîma vekirina sala nû ya akademîk bûn.

Kurtulmuş li vir derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurdan axivî û diyar kir ku ew dixwaze hemû mafên mirovî bên naskirin û qala girîngiya dadperweriya Selahedînê Eyûbî jî kir.

Numan Kurtulmuş: Vê carê dê aştî bi ser bikeve

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê di axaftina xwe de qala aştiyê kir û got:

“Li Tirkiyeyê ji bo ku careke din xwîn neyê rijandin, ji bo ku mirov careke din nerihet nebin û ji bo ku di nava aştiyê de bijîn, deriyê pêvajoyeke nû heta dawiyê vekirî ye.

Em vê dizanin û em dê di oxira vê rêyê de heta dawiyê têbikoşin.

Ez gotina xwe ya dawiyê di destpêkê de bibêjim: Em dê vê carê bi ser bikevin, vê carê dê aştî bi ser bikeve, vê carê dê aramî bi ser bikeve û vê carê dê biratî bi ser bikeve.”

Axaftina Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ji aliyê hinek siyasetmedaran ve wekî axaftineke gelekî girîng hat nirxandin û wekî nîşana baweriyê ji bo serkeftina pêvajoyê hat dîtin.

Zekeriya Yapicioglu: Divê her kes barê xwe hilgire

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu got, “Çawa ku Serokê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş jî got, an em dê bi ser bikevin an em dê tev bi hev re winda bikin.

Ji ber vê yekê lazim e her kes bi awayekî berpirsiyar tevbigere. Ji bo ku vê carê ev pêvajo bi ser bikeve, ji bo ku em biratiya di nava xwe de xurt bikin, çi bar bikeve ser milê kê, divê her kes wî barî hilgire.”

Mehmet Emîn Ekmen: Axaftineke serkeftî bû

Parlamenterê Partiya DEVAyê yê Mêrsînê Mehmet Emîn Ekmen jî wiha axivî:

“Sê lingên vê axaftinê hebûn: Hiqûq, edalet û demokrasî.

Di vê çarçoveyê de biratiya ku ji dîrokê tê, xwest bigihîne siberojê. Her wiha xwest standardên siyasî û demokratîk bilindtir bibin. Peyamên pir zelal dan, axaftineke serkeftî bû.”

Numan Kurtulmuş, ji bo nimêja înê jî çû Mizgefta Mezin a dîrokî.

Kurtulmuş û şandeya pê re pişt re çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Ev di 26 salan de cara yekemîn e ku serokekî parlamentoyê diçe Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Serokê Parlamentoyê piştî van hevdîtinan li oteleke taybet bi nûnerên sazî û dezgehên civaka sivîl re civiya.

Hat ragihandin ku hemû daxwaz hatine berhevkirin û paşê dê di Komîsyona de bên nirxandin.