Amed (Rûdaw) - Wezareta Karê Hundir a Tirkiyeyê biryara danîna qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da û hevşaredarên DBPyî Ahmet Turk û Febrûniye Aykol Akay ji kar dûr xist.
Karkerên Şaredariya Mêrdînê û alîgir û hezkiriyên DBPê piştî vê biryarê li ber avahiya şaredariyê civiyan û li hemberî qeyûman nerazîbûn nîşan dan.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay jî ku sûryanî ye, dibêje Mêrdîn bajarê pêkvejiyanê ye û hikûmetê qeyûm daniye ser pêkvejiyana xelkên cuda yên li bajarê Mêrdînê jî.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, li ser biryara hikûmetê ya bo dûrxistina wan, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:
“Di encamê de em bi dengên gel hatine hilbijartin. Di kesayeta kurdan de, qeyûm danîne ser pêkvejiyana xelkên cuda yên li Mêrdînê jî. Qeyûm danîne ser vîna kurdan, sûryaniyan, ereban û tirkan jî. Qeyûm danîne ser vîna gelan. Emê tu caran van qeyûmên dagirker qebûl nekin û li dijî wan têkoşîna xwe berdewam bikin. Gelê me dê qeyûman nas neke.”
Di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de Ehmed Turk û Febrûniye Akyol Akay ku niha li ser DBP’ê ne 167 hezar û 483 deng wergirtibûn û bibûn yekemîn. AK Partî li bajêr bibû partiya dûyemîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse