Serok Barzanî pêşwazî li Berhem Salih û Emmar Hekîm kir

17-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî îro li bajarokê Selahedînê pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Bizava Hikme Emmar Hekîm kir.

Li gor Baregeha Barzanî, îro Çarşembî 17ê Mijdara 2021an, serok Mesûd Barzanî di du hevdîtinên cuda de pêşwazî li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Bizava Hikme Emmar Hekîm kiriye.

Derbarê civîna serok Barzanî û Berhem Salih de, Baregeha Barzanî ragihandiye ku herdu aliyan rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên giştî yên Iraqê gotûbêj kirine.

Di hevdîtinê de behsa rêçare û nexşerêya nehîştina pirsgirêkan hat kirin û mijarên di rojeva Iraq û Kurdistanê de jî hatin gotûbêjkirin.

Baregeha Barzanî têkildarî civîna serok Barzanî û Emmar Hekîm jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartinên giştî yên Iraqê hat kirin û çend pêşniyar jî bo qonaxa piştî hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, Seyîd Emmar Hekîm daxwaz ji Serok Barzanî kir di dabînkirina aramiya siyasî û lihev nêzîkkirina aliyên siyasî de roleka çalak bilîze.

Serkomarê Iraqê Berhem Salih û Emmar Hekîm ji bo beşdariya di Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Duhokê ve hatiye organîzekirin, serdana Herêma Kurdistanê kirine û duh beşdarî wê korbendê bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst