Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî salekê di ser hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye lê ji ber ku heta niha Desteya Serokatiyê nehatiye avakirin, rewşa siyasî di qonaxeke rawestanê de ye.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) naxwazin hilbijartin bên dubarekirin.
Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê bi awayekî fermî daxwaza dubarekirina hilbijartinan dike û Yekgirtûya Îslamî jî diyar dike ew “bê xem e.”
Hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Paşîn a 2024an hatibûn kirin.
Li gorî encaman, PDKyê 39 kursî, YNKyê 23 kursî, Nifşê Nû 15 kursî, Yekgirtûya Îslamî 7 kursî, Tevgera Helwesta Niştimanî 4 kursî, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî û Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê û Tevgera Goranê jî her yekê kursiyek standibûn.
PDK: Em hêvî dikin ku negihîje dubarekirina hilbijartinan
Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed di hevpeyvîneke xwe ya bi Rûdawê re, li ser pirsa "Gelo îhtimala dubarekirina hilbijartinan heye?" gotibû, "Heta niha li ser vê mijarê nehatiye axaftin, em hêvî dikin ku negihîje wê astê."
YNK: Dubarekirina hilbijartinan tiştekî naguherîne
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku eger hilbijartin bên dubarekirin jî dê encam neguherin.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê Seidî Ehmed Pîre ji Rûdawê re got, "Dubarekirina hilbijartinan tiştekî naguherîne. Eger niyeta me avakirina hikûmetê be, bila niha li hev bikin."
Seidî Pîre her wiha got, "Bila pereyê vî gelî neyê xerckirin, ew pere ji bo xizmetê pêwîst e. Baştir e em pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin."
Yekgirtû: Em ji dubarekirina hilbijartinan bê xem in
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku di hilbijartinan de 7 kursî standibûn, ji dubarekirina hilbijartinan "bê xem e.”
Endamê Serkirdetiya Yekgirtûyê Dr. Musenna Emîn ji Rûdawê re got, "Yekgirtûyê behsa dubarekirina hilbijartinan nekiriye.
Eger ev pirsgirêk bibe mijara sereke jî, xema me nîne, bila bê kirin lê divê em zanibin ka ev dê çi biguherîne?"
Li gorî Dr. Musenna Emîn, dubarekirina hilbijartinan ziyanê dide xelkê û nîşan dide ku PDK û YNK di avakirina hikûmetê de bi ser neketine, lewma baştir e ku yek ji wan bibe mixalefet.
Komeleya Dadgeriya Kurdistanê: Ji ber du sedeman divê hilbijartin bên dubarekirin
Komeleya Dadgeriyê ku di hilbijartinan de 3 kursî standibûn, ji ber du sedeman daxwaza dubarekirina hilbijartinan dike.
Endamê Encumena Bilind a Siyasî ya Komeleya Dadgeriyê Ebdulsetar Mecîd ji Rûdawê re got, "Em di wê baweriyê de ne ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin û me ev yek bi belge jî îsbat kiriye."
Ebdulsetar Mecîd her wiha got, "Sedema duyem jî ew e ku zêdetirî salekê ye ji ber pevçûna PDK û YNKyê parlamento nikare bicive.
Ji ber van her du sedeman pêwîst e hilbijartin bên dubarekirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse