Li Dusseldorfê Kongreya Niştimanî ya Êzidiyan hat lidarxistin

18-01-2025
Zinar Şîno
Îbrahîm Simo /Wêne: Rûdaw
Îbrahîm Simo /Wêne: Rûdaw
Nîşan Îbrahîm Simo Êzidî Kongreya Neteweyî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê "Kongreya Niştimanî ya Êzidiyên Sûriyeyê" hat lidarxistin.

Roja îna borî li Dusseldorfê dûr ji mijara hilbijartinên Almanyayê, behsa paşeroja Rojavayê Kurdistanê û rola Êzidiyên Rojava hat kirin.

Hejmareke mezin a Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê li Dusseldorfê kom bûn û çalakiyek pêk anîn, ji bo ku nûnertiyekê ava bikin da ku bi rêveberiya nû ya Şamê re bikevin danûstandinan, da ku mafên Êzidiyan di Sûriyeya nû ya piştî Esed de di destûr û yasayê de û bi fermî bên naskirin.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şînoyê di nav kongreyê de bû û wî bi yek ji serperestên sereke yên kongreyê Yasanas Îbrahîm Simo re hevpeyvînek kir:

Rûdaw: Bi dîtina te, divê çi bê kirin, ji bo ku mafên Êzidiyan di destûrê yan jî di yasayên nû yên Sûriyeyê de bên parastin? Li ba we çi girîng e, divê piştgiriyeke siyasî hebe, yan yekgirtina Êzidiyan hebe yan pêwîstî bi piştgiriya civaka navneteweyî heye?

Îbrahîm Simo: Berî her tiştî yekbûna Êzidiyan pêwîst e û piştre jî piştgiriyeke siyasî pêwîst e û piştgiriyeke navneteweyî jî pêwîst e. Ev her sê faktor pir girîng in ji bo paşeroja Sûriyeyê û paşeroja Êzidiyan û kêmîneyên din. Heta niha em kom dibin, şêwirê dikin ka çi pêwîst e û çi ne pêwîst e. Berê me digot bila em bifikirin ka em çi dixwazin û divê em lezê bikin. Tiştê ku çendîn sal berê li Sûriyeyê qewimî bi rastî qeyraneke mezin bû ku ew welat tê re derbas bû, gelê wê jî tertûbelav bû, Êzidî jî nola pêkhateyekê di wê civakê de, loma hewl û şiyaneke zêde pêwîst e û çawa em dikarin tiştekî bidest bixin.

Rûdaw: Min bersiva xwe rasterast wernegirt, lê xuya ye ku ti yek ji van hersê tiştan niha nîne, ne yekgirtin, ne piştgiriya siyasî ne jî piştgiriya navneteweyî?

Îbrahîm Simo: Bi rastî em hewl didin ku yekîtiya Êzidiyan bidest bixin berî her tiştî û paşê bifikirin ka em ber bi ku ve diçin, çawa difikirin û stratejiyekê datînin. Ew stratejî bi rastî girîng e, piştgiriya navneteweyî û siyasî herdu jî girîng in. Bi dîtina min, ez îro dibînim Êzidî amade ne ber bi pirsa xwe ve biçin, belkî berê ev amadebûna Êzidiyan nebû, niha amade ne ber bi pirsa xwe ve biçin û xalên xwe, yanî hebûna tiştekî, hebûna xwe bi taybetmendiyên xwe ve rast bikin.

Rûdaw: Eger ji te bê xwestin, di destûra nû ya Sûriyeyê de ne mafên Kurdan bi tevahî, lê tenê Êzidî diyar bikî, tu tekezî li ser çi dikî û tu dixwazî çi di wê destûrê de hebe?

Îbrahîm Simo: Bi rastî meseleya kotayê gelekî girîng e, kotaya Êzidî ji ber ku hejmara Êzidiyan kêm e. Kota bi wateya mafên wan û navê wan jî hat baskirin wek pêkhateyeke etnografî, lê pêkhateyeke olî ye yanî were baskirin da ku di paşerojê de di nav her yasa û zagoneke Sûriyeya paşerojê de bê kirin, ew jî bibe garantiyek.

Rûdaw: Ne pêwîst e bê gotin ku Êzidî û wek oleke serbixwe bê naskirin û divê Êzidî xwe û ol û çanda xwe biparêzin, ev hûrgilî jî tên baskirin an ji bo paşê dimînin?

Îbrahîm Simo: Bi baweriya min, ev hûrgilî eger bên behskirin çiqas dikarin bigihîjin cîbicîkirina siyasî, ew cîbicîkirina siyasî diyar dike, çiqas Êzidî zîrek dibin di wê cîbicîkirina siyasî de û dikarin mafên xwe çiqas berfireh bikin bi rastî baştir dibe bi baweriya min. Bi taybetî gelekî girîng e ev gotina te behs kir, hatin qalkirin, hîn ji wê zêdetir daxwaziyeke me ya berfirehtir heye. Bi rastî em dixwazin her tiştî bidest bixin, ji ber ku Êzidî li gorî hejmara xwe daxwazê bikin, wê demê ew helwest zehmet dibe bi rastî, lewra piştgiriya siyasî û navneteweyî jî pêwîst e da ku bikaribin mafên xwe di Sûriyeya nû de diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst