HSD: Me li nêzîkî Bendava Tişrînê tankeke artêşa Sûriyeyê rûxand

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Bendava Tişrînê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), li dordora Girê Sîryatelê ya herêma Bendava Tişrînê li dijî çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê du operasyonên serkeftî pêk anîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Di operasyona yekem de komeke çekdarên ku xwe ji bo êrişê amade dikirin hate hedefgirtin û tê de tankeke artêşa Sûriyeyê bi temamî hate rûxandin.”

Di operasyona duyem de jî bi rêya dronê êrişeke rast li ser “komeke din a çekdaran hate kirin û di nav refên êrişkeran de teqîneke mezin çêbû.”

HSD dibêje ku di her du êrişan de hejmarek çekdar hatine kuştin û birîndar bûne.

HSDyê da zanîn ku li gundê Hacî Hisên ê ser bi herêma Bendava Tişrînê ve êrişeke din pêk aniye û tê de baregeheke leşkerî û cihê kombûna çekdarên Şamê rûxandiye.

Ev pevçûn di demekê de ne ku ji 6ê Kanûna Paşîn a 2026an ve li herêmên cuda yên Heleb, Reqa û Dêrazorê di navbera artêşa Sûriyeyê û hêzên Kurdî de şerekî tund didome.

Heta niha ji ber van şeran zêdetirî 159 hezar kesî koçber bûne.

Ev aloziyên leşkerî piştî ku bicihkirina rêkeftina 10ê Adara 2025an a ji bo tevlîkirina hêzên Kurdan di nav saziyên dewletê de rastî astengiyan hat, derketin.

Her çend hikûmeta Sûriyeyê ragihandibe ku bajarê Tebqa û Bendava Firatê kontrol kirine lê HSD tekezî li ser berdewamiya berxwedanê dike û Şamê bi binpêkirina rêkeftinan tohmetbar dike.

Li hemberî vê jî Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi hêviya ku alozî kêm bibin fermanek ji bo naskirina zimanê Kurdî û dayîna nasnameyê ji bo wan Kurdên bênasname ne derxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst