Hewlêr (Rûdaw) - Li çend bajarên Rojava û Başûrê Kurdistanê di heman demê de li çend welatên Ewropî û Erebî jî, ji bo Efrînê çend xwepêşandan hatin sazkirin û daxwaz hat kirin ku nasnameya neteweyî ya Efrînê bê parastin.
Li Qamişlo hejmarek ji xwendevanên xelkê Efrînê ku niha li zanîngeh û peymangehên Cizîra Rojavayê Kurdistanê dixwînin, li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî kom bûn û dan xuyakirin, ku ev saleke Efrîn di bin zilmê de ye.
Di mêtînga Hewlêrê de jî, xwepêşanderan ragihandin ku roj bi roj Efrîn tê talankirin û xelkê wê têne girtin û îşkecekirin.
Zarokeke Efrînî li wêneyên wan çekdaran dinere, ku berî niha bi salekî êrîşî ser bajarê wê kiribûn. Kalo jî li ser zinarekî rûniştî ye û li mala xwe dinere ku di nav dûmana şer de jidest wî çûye.
Xelkê Efrînê û her çi kesê ku piştevaniya wan dike, li her cihekî bin dengê xwe bilind dikin, daku ew û Efrîn careke din hev himbêz bikin.
Li ber avahiya Neteweyên Yekgirtî li Hewlêr, heya avahiya heman saziya navdewletî li Qamişlo, dengê xelkê Efrînê sînoran derbas dike.
Hejmarek ji xwendevanên Efrînê li Qamişlo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn û dane xuyakirin, ku ew tu carî dest ji axa xwe bernadin.
Şaxên zeytûnan hatin parvekirin, di navbera Qamişlo û Efrînê de nêzîkî 500 kîlometre heye, lê niha Efrîniyên li Cizîra Rojavayê Kurdistanê li benda wê rojê ne, ku bikaribin vegerin nav bajarê xwe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse