Siyasetmedar Prof. Dr. Hamît Bozarslan senaryoyên gengaz ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re nirxandin.
Hamît Bozarslan li ser wan senaryoyên ji bo Kurdan xerab got:
“Tiştê xerab dê ew be ku Îran ji aliyê leşkerî ve têk biçe lê rejîm li ser pêyan bimîne. Eger rejîm li ser pêyan bimîne ev ji bo Kurdan jî û ji bo hemû demokratên Îranê jî xerab e.
Alternatîva diduyan a herî xerab jî ew e ku Şah (Pehlewî) careke din were ser kar. Ew bûn ku dema Komara Kurdistanê Qazî Mihemed îdam kir, birayê wî hat îdamkirin, li dijî Kurdan gelek kar kirin, di Pehlewiyan de nasyonalîzmeke pir xurt heye. Yanî ew jî felaketeke mezin e.”
Li Parîsa paytexta Fransayê bi beşdariya kesayetên navdar ên cîhanî li ser paşeroja Kurdan konferansek hat lidarxistin.
Siyasetmedar Prof. Dr. Hamît Bozarslan jî beşdarî konferansê bû û pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Hamît Bozarslan diyar kir ku “Peymana HSD û Şamê ji bo mafên Kurdan ne garantî ye û got:
“Li Sûriyeyê hikûmet nîne. Leşker nînin, milîs hene. Mirov nikare baweriya xwe bi wan bîne.”
Siyasetmedar Prof. Dr. Hamît Bozarslan pirsên Rûdawê bersivandin:
Rûdaw: Peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê heta çi radeyê ji bo mafên Kurdan garantî ye û divê Kurd çi bikin?
Hamît Bozarslan: Ne garantî ye ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê ya îro hikûmeteke cîhadî ye, dixwaze Sûriyeyê bike wekî emîreta Îslamî. Mirov dibêje hikûmeta Sûriyeyê lê hikûmet tune ye. Leşkerên Sûriyeyê tunin, milîs hene. Hinek ji wan girêdayî Tirkiyeyê ne. Hinek ji wan bi rastî cîhadî ne û hinek ji wan di Enfalê de ne, dixwazin xenîmetan bistînin.
Loma mirov nikare baweriya xwe bi wan bîne, mirov nikare baweriya xwe bi Tirkiyeyê jî bîne û mixabin divê mirov zanibe ku mirov nikare baweriya xwe bi Amerîkayê jî bîne lê belê Kurd ne bê çare ne. Di destê wan de Diyaspora heye, hêzeke Diyasporayê heye, dengekî Diyasporayê heye, Kurdistana Başûr heye. Kurdistana Başûr ji aliyê exlaqî ve jî, ji aliyê welatperweriyê ve jî roleke pir mezin leyîst. Ya sisêyan, em dizanin ku gelek endamên Kongreya Amerîkayê hene, mesele Graham (Lindsey) e, roleke pir mezin leyîst. Kanalên dîplomatîk ên Kurdistana Rojava hene. Divê ew kanal werin bikaranîn.
Rûdaw: Divê Kurd ji bo garantîbûna mafên xwe û rêlibergirtina komkujiyan çi bikin?
Hamît Bozarslan: Divê diplomasiya Kurdan ne tenê dîplomasiya demekê be, divê dîplomasiya Kurdan dîplomasiyeke timî be û Rojava di dilê me hemûyan de ye. Îro dilê Kurdistanê li Rojava lê dide. 35 sal berê Başûr bû, îro Rojava ye.
Lê dîplomasiya Kurdistana Rojava îro gelekî zeîf e, gelekî girîng e ku Başûr berpirsiyariya dîplomasiya Rojava jî bigire stûyê xwe. Bi Amerîkayê re temas şert e. Hem bi hikûmeta Amerîkayê re hem bi Rubio (Marco) re lê hem jî bi Senatoya Amerîkayê û Kongreya Amerîkayê re. Tenê divê neyê jibîrkirin, ji ber ku dema meseleyek 4,5,6 hefteyan tê jibîrkirin mirov nizane paşê çi dibe û careke din jî dibêjim: Divê mirov ne baweriya xwe bi Şamê bîne ne jî bi Enqereyê bîne.
Rûdaw: Kurd niha ji bo jidestnedana mafên heyî yan ji bidestxistina mafên zêdetir dikarin çi bikin?
Hamît Bozarslan: Hinek mafên Kurdan hene. Ew maf girîng in. Hinek mafên wan hene, leşkerên wan hene, divê ew leşker bên parastin û saziyên Kurdan hene. Saziyên Kurdan gelek in. Her kes dibêje Kurd. Gerîlayên wan hene, jin û mêrên Kurdan di şer de bûn lê belê şaredarî, pirtûkxane, dibistan, zanîngeh û weşanxaneyên Kurdan jî hene. Divê ev werin parastin û ji her kesî re bêjin. Divê ji Ewropa û Amerîkayê re bê gotin ku ev saziyên sivîl in. Ev sazî, saziyên meşrû ne, divê ev sazî bên parastin.
Rûdaw: Fransa û raya giştî ya Fransayê çawa dikarin zêdetir piştgiriyê bidin Kurdan?
Hamît Bozarslan: Raya giştî ya Fransayê gelekî piştgiriya Kurdan dike, hikûmeta Fransayê jî gelekî piştgiriya Kurdan dike. 35 sal in ku ev wisa ye. Piştgiriya Fransayê bi Enfalê dest pê kir, ji wî wextî heta îro Fransa alîkariya Kurdan dike. Ez bawer im cihê girantîrîn Amerîka ye, divê giraniyê bidin Amerîkayê.
Rûdaw: Cenabê we rewşa Rojhilatê Kurdistanê çawa dinirxîne? Gelo ev şer dê dûvdirêj be û di berjewendiya Kurdan de be?
Hamît Bozarslan: Em bi wê nizanin. Dibe ku 2 hefteyan dewam bike, dibe ku 3 hefteyan dewam bike. Tenê dê paşê çi biqewime? Em nizanin. Tiştê xerab dê ew be ku Îran ji aliyê leşkerî ve têk biçe lê rejîm li ser pêyan bimîne. Eger rejîm li ser pêyan bimîne ev ji bo Kurdan jî û ji bo hemû demokratên Îranê jî xerab e. Alternatîva diduyan a herî xerab jî ew e ku Şah (Pehlewî) careke din were ser kar. Ew bûn ku dema Komara Kurdistanê Qazî Mihemed îdam kir, birayê wî hat îdamkirin, li dijî Kurdan gelek kar kirin, di Pehlewiyan de nasyonalîzmeke pir xurt heye. Yanî ew jî felaketeke mezin e.
Îro tiştên girîng ew e ku em karibin ji aliyekî ve lihevkirina Kurdên Rojhilat biparêzin. Ew her 5 partî bûbûn yek û wan tifaqek çêkiribû, divê ew tifaq bibe pratîk. A diduyan gelekî girîng e ku di navbera Başûr û Rojhilat de pêwendiyên gelekî xurt hebin û divê diplomasiya Başûr di vê mijarê de jî Rojhilat biparêze, bibe dîplomasiya Rojhilat, ji ber ku îmkanên Rojhilat nînin û partiyên wan zeîf in. Şah bi xwe pir bi hêz e, kurê Şah pir bi hêz e. Ji ber vê yekê jî heta ku Rojhilat îmakên xwe çêke divê Başûr alîkariya wan bike.
Rûdaw: Dê rola Ewropayê çi be? Em dikarin çawa piştgiriyê ji Ewropayê wergirin?
Hamît Bozarslan: Rola Diyasporayê heye, divê Diyaspora roleke pir çalak bileyîze. Mesele li Almanyayê 6 parlamenterên Kurd hene, li Swêde 5-6 parlamenterên Kurd hene. Wezîra Parastinê ya Holendayê Kurd e (Dîlan Yeşîlgoz), li Brîtanyayê tim û tim wezîrekî Kurd heye. Yanî Diyaspora dikare roleke pir aktîv bileyîze lê wek min got, cihê giran îro Amerîka ye.
Rûdaw: Hûn bahwer dikin ku Amerîka careke din pişta xwe nede me? Divê em çi bikin da ku pişta xwe nede me?
Hamît Bozarslan: Divê lobî hebe, divê dîplomasiya Kurdan li Washingtonê gelekî xurt be. Divê Başûr tim li deriyên wan bixe. Divê li deriyê hemû senatoran bixe, divê li deriyê Rubio bixe heta ku Rojava dîplomasiya xwe bi pêş ve bibe, heta ku Rojhilat dîplomasiya xwe bi pêş ve bibe.
Rola Başûr gelekî girîng e, Serok Mesûd Barzanî ji aliyê manewî ve roleke gelekî mezin leyîst. Nêçîrvan Barzanî jî roleke gelekî mezin leyîst û prestîja wan a navneteweyî gelekî bilind e, divê ev zêdetir be.
#VÎDEO - Prof. Dr. Hamît Bozarslan: Peymana HSD û Şamê ji bo mafên Kurdan ne garantî ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 3, 2026
💬 Li Sûriyeyê hikûmet nîne. Leşker nînin, milîs hene. Mirov nikare baweriya xwe bi wan bîne#Rojava pic.twitter.com/KIFN4Rcq66
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse