Wan: Kalekî 70 salî muzexaneyeke nostaljîk vekir

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Muzexane Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê muzexaneyeke nostaljîk bala xelkê dikişîne.

Zubeyît Demîrê 70 salî tiştên ku di 50 salî de komkirin li muzexaneyeke biçûk bi cih kirine.

Ew piraniya wextê xwe li muzexaneyê derbas dike û pêşwaziyê li xelkê dike.

Xwediyê muzexaneya nostaljîk Zubeyît Demîr anî ziman:

“Piraniya van tiştan ên min bixwe ne. Min ji derve gelek tişt berhev nekirine.

Tenê hinek parçe yên xalê min in. Xelk tiştên xwe nade, em dixwazin jî nadin.”

Demîr muzexaneya nostaljîk di hewşa mala xwe ya li navçeya Rêya Hevrişîmê de çêkiriye.

Berê xanî cihê tenûrê bûye û wî tevî zarokên xwe ew nûjen kiriye û kiriye cihê parastina tiştên ku ber bi nemanê ve diçin.

Gelek tiştên ku niha li muzexaneyê hene êdî di jiyana rojane de nayên bikaranîn.

Xwediyê muzexaneya nostaljîk Zubeyît Demîr da zanîn:

“Ez naçim qehwexaneyê yan cihekî din, têm ji xwe re li vir rûdinim û karek hebe dikim.

Ji vir jî diçim mizgeftê nimêja xwe dikim û têm malê.”

Di muzexaneya biçûk de bi sedan bîranîn veşartî hene.

Rojane tevî dost û hevalên Demîr gelek kesên ku dildarê tiştên nostaljîk in berê xwe didin wir dikin û tiştên bedew dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst