PDK-S: PYDê rêgirî li bi ax spartina endamekî me kir

18-05-2017
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê PYD PDK-S Nîdal Şemsedîn Ebdullah Ebdulrehman Apo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PYDê li Efrînê rêgirî li merasîma bi ax spartina cenazeyê endamekî PDK-Sê kir.

 

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) ragihandiye, Asayişa Rêveberiya Xweser a Efrînê ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, rêgirî li birêvebirina merasîma bi ax spartina cenazeyê endamê PDK-Sê Nîdal Şemsedîn Ebdulla naskirî bi Bavê Şemo kir.

 

Di rûpela xwe ya li ser Facebookê de, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê yê ji Efrînê, Ebdulrehman Apo ev zanyarî aşkere kiriye.

 

Ebdulrehman Apo ragihandiye, ku “çekdarên ser bi PYDê ve” nehiştin ku ew gotarekê li ser cenazeyê endamê şaxeya PDK-Sê li Lubnanê Nîdal Şemsedîn Ebdulla pêşkêş bike.

 

Apo herwiha dibêje, hêzên Asayişa Efrînê guvaş li ser xelkê gundê Qirmitliq ê ser bi nahiyeya Şiyê ya Efrînê dirust kirin, daku merasîma fermî ji bo veşartina cenazeyê endamê PDK-Sê neyêne birêvebirin.

 

Li gorî gotina wî berpirsê PDK-Sê, hêzên Asayişa Efrînê ji xelkê gund xwastin, ku cenazeyê endamê PDK-Sê bi ala Kurdistanê neyê pêçandin û bi wî awayî neyê veşartin.

 

Roja 10ê Gulana 2017an, li Parêzgeha Başûr a Lubnanê, Nîdal tûşî bûyereke trafîkê bibû. Lê roja Şemiyê 13ê Gulana 2017an, ji ber dijwariya birînan, wî jiyana xwe ji dest dabû.

 

Nîdal Şemsedîn Ebdullah di sala 1980î de ji dayik bibû. Nîdal herwiha zewicî bû û bavê 6 zarokan bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst