Welatiyên Amedê daxwaza berdana Demîrtaş dikin
Amed (Rûdaw) - Piştî serlêdana parêzerên Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş a ji bo azadkirina wî, beşeke aliyên siyasî yên Tirkiyê û herwiha welatiyên Bakurê Kurdistanê daxwaz dikin ku Demîrtaş bê azadkirin.
Aliyên siyasî yên Tirkiyê û welatiyên Bakurê Kurdistanê dibêjin, ji ber wê yekê ew dixwazin Demîrtaş were berdan, ji bo ku bikaribe weke hemû berbijêrên din ên ji bo posta serokomariya Tirkiyê amadekariyên xwe bike.
Biryar e hilbijartinên serokomariya Tirkiyê di 24ê Hezîrana îsal de bihêne encamdan.
Di hilbijartinên serokomariyê de, Recep Tayyip Erdogan ji AK Partiyê, Muharrem Ince ji CHPê, Selahattin Demirtaş ji HDPê, Meral Akşnere ji IYI Partiyê, Temel Karamollaoglu ji Partiya Saadetê û Dogu Perinçek ji Partiya Vatan ji bo wê postê bûne namzed.
Di vê raporta meydanî de ku hevkarê me Maşallah Dekak amade kiriye, welatiyên Amedê derbarê berdana Demîrtaş de nêrîna xwe tînin ziman û daxwaza berdana wî dikin, daku bikare bi awayekî azad beşdarî di hilbijartinên serokomariya wî welatî de bike.