Rûsya hewl dide yekîneyeke leşkerî ji Ereban ava bike

18-05-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Hin eşîrên Ereb nêzîkbûna aliyên Kurdî weke metirsî li ser xwe dibînin
Hin eşîrên Ereb nêzîkbûna aliyên Kurdî weke metirsî li ser xwe dibînin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Rûsya Amerîka HSD
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Şêxê Eşîra Cibûra Şex Fewaz Zobea ji Rûdawê re ragihand ku Rûsya xortên eşîrên Ereban bi çekdar dike û tevlî hêzên xwe kiriye, lê hejmara wan kêm e. Serokê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojihlatê Sûriyê Hekem Xelo jî dibêje ku dibêjin ku haya wan ji hewlên Rûsya û Îranê heye û kar dikin ku eşîrên Ereb ligel wan bimînin.

Her yek ji Amerîka û Rûsya û heya radayekê Îran û hikûmeta Sûriyê jî tevger û bizavên bihêzkirina çeper û bereyên xwe dikin. Ev yek jî bi çêkirina artêşekê ji eşîrên Ereb û girêdayî wan dibe.

Li gorî Serokê Eşîra Cibûr, Rûsya bizanbûn hejmarek genc û ciwanên eşîra Teyî û Şerabiyan tevlî hêzên xwe kirine û dê mûçe jî bide wan.

Serokê Eşîra Cibûr Şêx Fewaz Zobea dibêje: “Rûsya kar dike. Rola wê nih ji ya Amerîkayê bihêztir e. Li vê navçeyê, pereyên biçekdarkirinê bi dolaran dide. Tu dizanî rewşa aborî xirab e, ji Teyî û Şerabiyan li başûrê Qamişlo, hin ciwan tevlî wê hêzê bûne, lê ne gelek in.”

Di lîsta kişandina hozên erebî û hewla çêkirina artêşa nû, wiha kiriye ku eşîrên deverê di navbera Amerîka û Rûsya, Îran û hikûmeta Sûriyê û HSDê dabeş bibin. Wek nimûne eşîra Tey pêwendî ligel Rûsyayê çêkiriye û eşîra Cibûr ligel HSDê. Begare ligel Iranê ye û hemû endamên wê tevlî grûpa Baqir a Îranê bûne.

Haya Rêveberiya Xweser ji vê yekê heye hewil dide ku hoz û eşîrên Ereb ji dest xwe nede.

Derbarê vê mijarê de Serokê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojihlatê Sûriyê Hekem Xelo jî dibêje: “Weke Desteya rûspiyên deverê em vî karê Rûsyayê dişopînin û derbarê wê de civînan dikin. Amerîkî û Iran jî ligel ereban civanan dikin û dixwazin eşîrên ereb tevlî xwe bikin. Rûsyayê niha beşek hazir kirine û eger heye wan bo Lîbyayê jî bişîne.”

Armancên aliyên “nakok û dostan” ew e ku hebûna xwe ferz bikin û bihêz bikin. Amerîka di dema dawî de li gel beşek ji hozan civiya û daxwaz kir alîkar bin ji bo avakirina hêzekê ku erkê wê parstina navçeyên wan û rêya petrolê û di pêşerojê de li dijî Îranê li devera Rojhilatê Firatê wan bikar bîne. Rûsya jî bi heman awayî digel beşekî din civiya û amadekariya xwe ji bo rahênana çekdaran kir.

Eger heye ku projeya kîjan alî serbikeve HSDê jî lawaz bike, ji ber ku zêdî ji sedî 60 şervanên HSDê Ereb in.

Di raporeke ajansa Amerîkî de tê gotin, ku rast e HSDê rola Ereb û Krîstiyanan zêde kiriye, lê kontrola rasteqîne di destê Kurdan de ye. Ev yek jî nerazîbûnek li cem Ereban çêkiriye û rê li ber bijarteyên cuda ji wan re vedike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst