Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Peywendiyên Derva ya Cizîrê, Ebdulkerîm Omer ji Rûdawê re ragihand, hejmara mezin a dîlên DAIŞê yên di destê wan de metirsî li ser tevahiya herêm û cîhanê çê dike û tekez kir, ku divê welatên cîhanê xwedî li çekdarên xwe derkevin.
Ebdulkerîm Omer got, pêdîviya jin û zarokên çekdarên DAIŞê bi rahênanê heye, daku careke din tevlî civakê bibin û hizra terorê ji serê wan were derxistin.
Ebdulkerîm Omer bal kişand ser wê yekê, eger heye ku di demên bihê de hikûmeta Sûriyê yan jî artêşa Tirkiyê êrîşî wan bikin û ew çekdarên DAIŞê ji girtîgehên xwe birevin, û cardin bibin pirsgirêk û metirsî li ser navçeyê.
Wî rayedarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekezî li ser vegerandina çekdarên dîlên DAIŞê bo welatên wan kir û destnîşan kir, divê welatên cîhanê xwedî li çekdarên xwe derkevin.
Pêştir Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re gotibû, ku niha derdora 900 çekdarên dîlên DAIŞê di destê wan de hene.
Nûrî Mehmûd dabû xuyakirin, bi berdewamiya operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ku YPG serkêşiya wê dike, egera zêdebûna hejmara çekdarên dîl ên DAIŞê heye û tekezî li ser hewldanên bo vegerandina wan çekdaran bo welatên wan kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse