Bafil Talebanî: Em careke din rûbirûyî metirsiyeke mezin bûne

1 demjimêr berê
Nîşan Bafil Talebanî Metirsî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku ew ji bo parastina xelkê Herêma Kurdistanê û Îraqê bi PDKyê û aliyên din re di nav pêwendiyên berdewam de ne.

Îsraîl û Amerîka êrişî Îranê dikin û Îran jî bi mûşekan êrişî Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li gelek welatên li Rojhilata Navîn dike.

Serokê YNKyê Bafil Talebanî bi rêya hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa dawî peyamek belav kir.

Bafil Talebanî di peyama xwe de da zanîn ku Herêma Kurdistanê careke din rûbirûyî metirsiyeke mezin bûye.

Bafil Talebanî diyar kir ku xelkê Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bihêz, berxwedêr û yekgirtî bimîne.

"Em bi PDKyê re di nav pêwendiyeke berdewam de ne"

Serokê YNKyê bal kişand ser yekrêziya Kurdan û got:

"Ji bo vê yekgirtin û yekrêziya girîng û pêwîst, em bi hemû aliyên Îraqî û Kurdistanî re, bi taybetî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re di nav pêwendiyeke berdewam de ne."

Bafil Talebanî destnîşan kir ku armanca wan ew e ku ew hemû şiyanên xwe ji bo parastina xelkê Herêma Kurdistanê û Îraqê yên ji vê metirsiyê bixin dewrê.

Serokê YNKyê di dawiya peyama xwe de jî xwest ku Xwedê her kesî biparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst