Şandeke Amerîkî û Heyva Sor a Kurd diçin Serê Kaniyê

18-10-2019
RÛDAW
 Tîmeke Amerîkî û Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dixwazin derbasî bajarê Serê Kaniyê bibin.
Tîmeke Amerîkî û Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dixwazin derbasî bajarê Serê Kaniyê bibin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmeke Amerîkî û Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê, dixwazin derbasî bajarê Serê Kaniyê bibin, daku birîndaran ji nav bajêr derxînn û veguhêzin nexweşxaneyên bajarên derdorê.

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Rengîn Şero ragihand ku îro înê 18ê Cotmeha 2019an tîmeke hevbeş a Amerîkî û Heyva Sor a Kurd ji bo derxistina birîndarên şer, ji bajarokê Til Temirê ve ber bi Serê Kaniyê ve birêketin.

Li gor agahiyan, ew tîma han dixwazin derbasî nav bajarê Serê Kaniyê bibin, daku birîndaran ji nav bajêr derxînin û bo nexweşxaneyên bajarên derdorê veguhêzin.

Bajarê Serê Kaniyê ji duh piştî nîvro ve û piştî tundbûna êrîşên li ser bajêr, ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve hatiye dorpêçkirin.

Nayê zanîn, ka dê rê bi wê tîma hevbeş a Amerîkî û Heyva Sor a Kurd bê dayîn ku derbasî nav Serê Kaniyê bibin an na.

Birêketina wê şanda hevbeş a Amerîkî û Heyva Sor a Kurd bo Serê Kaniyê, piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê bo rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê tê. 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst