Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê ragihand ku li Çiyayê Gabarê ji bo 3 hezar û 500 kesan derfeta kar hatiye dabînkirin ku piraniya wan ji Şirnexê ne.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Seroka Desteya Jinan a Navenda Giştî ya AK Partiyê Tugba Işik Ercanê li bîra hilberîna petrolê ya “Şehîd Esma Çevîk-1” a li Çiyayê Gabarê li gel 73 endazyarên jin civiya.
Alparslan Bayraktar beşdarî çalakiya bi navê "Hevdîtina Endazyarên Jin ên Tirkiyeyê ya li Gabarê" bû û gotarek pêşkêş kir.
Bayraktar li ser pêşhatên li herêmê got:
“Em dê çavkaniyên xwezayî yên Şirnexê ji bo berjewendiya aboriyê bi kar bînin.
Bi van bipêşketinan re dê derfetên kar zêde bibin.
Dê li vê herêmê derfetên kar ên nû û pîşesazî çêbibin û aboriya Şirnexê mezintir bibe.
Êdî xelk ji Şirnexê koç nake, dê were Şirnexê.”
Bayraktar li ser pêvajoya çareseriyê jî da zanîn ku ew “projeya herî mezin a Tirkiyeyê ye”.
Alparslan Bayraktar li ser hilberîna petrolê jî ev agahî dan:
“Projeya Gabarê û hilberîna petrolê ya li Gabarê bi biryardarî didome.
Em li vê derê rojane 80 hezar bermîl petrolê hildiberînin.
Me heta îro zêdetirî 3 milyar dolaran petrol hilberand.
Înşallah bi keşfên nû em dixwazin vê hilberînê zêde bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse