Nêçîrvan Barzanî û Emmar Hekîm qonaxa piştî hilbijartinê nirxand

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Emmar Hekîm Nêçîrvan Barzanî Hilbijartinên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û li Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî Emmar Hekîm li ser rewşa siyasî ya piştî qonaxa hilbijartinê axivîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Dihokê Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî Emmar Hekîm qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan di civînê de rewşa siyasî ya Îraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Parlametoya Îraqê nirxandin.

Her wiha derbarê pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkan nêrînên xwe parve kirin.

Di heman demê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengî û karê hevpar ê di navbera aliyan de kir da ku pêvajoya siyasî serkeftî be û aramî û ewlehiya welat were parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst