کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Encumena Êzîdiyên Şingalê

Encumena Êzîdiyên Şingalê

kurdistan

“Em bo xwarina nên çûbûn, lê em kirin endamên Encumena Şingalê”

RÛDAW

RÛDAW

19-01-2015
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW19-01-2015

Nûçeyên Têkildar

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in
ÎRAQ21-11-2026

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin
Kurdistan21-11-2026

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin
Kurdistan21-11-2026

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin

Dihok (Rûdaw)- Yek ji wan pênc kesên ku hatiye destnîşankirin bo birêvebirina “Kantona Şingalê”, behsa armanca dirustkirina Encumena Birêvebirina Êzîdiyan li Şingalê dike û eşkere dike ku PKK û YNKê bi fermî piştgiriya wan dikin. Herwiha yek ji endamên wê encûmenê dibêje, “Em bo xwarina nên çûbûn, lê em kirin endamên Encumena Êzîdiyên Şingalê”

 

Seîd Husên piştî ragihandina Encumena Birêvebirina Êzîdiyan li Şingalê ku wek “Kantona Şingalê” binav dike, di yekem daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re got: “Beriya ragihandina Encumena Birêvebirina Êzîdiyan li Şingalê bi du heftiyan, me serdana hemû partiyên siyasî û kesayetiyên serbixwe û navdar ên Êzîdiyan kir.”
        

Husên wiha domand: “Me serdana PDKê jî kir. Piştre me encumena xwe ragihand.”   

Roja çarşema borî, bi amadebûna çend berpirsên PKK û YPG û nûnerên çend partiyên Başûrê Kurdistanê, li Hola Barzan li Devera Sinûnê, Encumena Êzîdiyên Şingalê hat ragihandin.

Di wê encumenê de, nêzîka 200 kurdên Êzîdî ji jin û mêran beşdar bûn. Seîd Husên got: “Nûnerên hemû navçeyan, herwiha ewên li kampên Rojavayê Kurdistanê ne û ewên ku li Çiyayê Şingalê ne û hejmarek ji kesên ku koçberî Kurdistanê bûne, beşdar bûn.

Husên wiha domna: “Dûre deriyê xwe berbijarkirinê hate vekirin. 78 kesan xwe berbijar kir û 27 kes bi dengdanê bûne endamên encumenê.”

 

Sîstema hilbijartina wê encumenê vekirî bû

Seîd dibêje: “Her yek ji beşdaran mafê wî hebû ku deng bide 27 kesan. Di dawî de 27 mêr û jinan deng anîn. Ew li ser 5 komîteyan hatine dabeşkirin ku wiha ne: Komîteya parastinê, aborî, jin û xortan, pêwendî û rêkxistinê.”

 

Li gorî Seîd, di nav wan 27 endaman de alîgirên hemû partiyan hene, wek: YPG, YPJ, Yekîneyên Parastina Jinên Şingalê, Tevdema Demokratiya Azadiya Êzîdiyan û Bizava Çaksaziya Êzîdiyan.

Tew li gorî gotina Seîd, yek ji wan 27 kesên ku hatin hilbijartin: “Çek ji PDKê wergirtiye û dibe ku ta niha jî bi fermî endamê PDKê be.” 

Li gorî pêrewa Encumena Êzîdiyên Şingalê: “7 kes encumenê birêve dibin û 5 kes jî wek serokên komîteyan hatine destnîşankirin, endamek jî bûye berdevkê encumenê, lê her sê mehan carekê dê berdevk bê guherandin.”

PKK dibêje tiştê ku li Şingalê hatiye pêkanîn ne kanton e, lê encumenek e bo birêvebirina navçeyê.

Seîd Husên jî red dike ku encumena wan kanton be û dibêje: “Armanca me xizmetkirina Êzîdiyan e. Em ne li dijî kurd û Kurdistanê ne. Me behsa kantonan nekiriye. Piştî hatina DAIŞê karesateke mezin bi serê me de hat. Her ji kevn de û heta niha, her tişt hatiye kirin da ku ola êzîdiyan bê qirkirin.

Husên wiha domnad: "Lê êdî ew roj hat ku êzîdî ji niha û pê de, nema dibin armanca dijminan. Ev encumen dê parastina ol û kultûra êzîdiyan bike.”

PKK bi fermî armanca dirustkirina wê encumenê bi riya daxuyaniyekê ku li Qendîlê derket ragihand.

Lê Seîd dibêje: “Encumena me ne li ser PKKê ye. Lê PKK û YNKê piştevaniya me dikin û di dema ragihandina wê encumenê de, gotarên xwe pêşkêş kirin û piştevaniya xwe bo me ragihandin.”

Ji bilî hêz û partiyên navxweyî, hin hêzên biyanî jî hene ku piştgiriya Encumena Êzîdiyên Şingalê dikin. Seîd Husên wiha got: “Ne tenê hêz û partiyên Kurdistanê piştgiriya me dikin, lê hinek aliyên xerîb ên li derve jî hene ku piştgiriya me dikin. Lê em naxwazin niha navê wan bêjin.”

Husên diyar kir ku piştevaniya encumena wan ne tenê bi riya gotarên siyasî, lê bi pereyan jî hatiye kirin: “Heta niha çend kesên dewlemend û çend aliyên siyasî bi pereyan piştevaniya me kirine bo ragihandina Encumena Êzîdiyên Şingalê. Niha em çaverê dikin hin aliyên din jî alîkariya diravî bidin me.”

Derbarê karê wê encumenê piştî rizgarkirina Şingalê, Rêveberê Encumena Êzîdiyên Şingalê got: “Emê nûnerên xwe li hemû bajarokan deynin. Qayimqam û encumenên ku beriya niha li Şingalê hebûn, ji niha û pê de em wan nas nakin. Qayimqam û rêveberên din ên îdarî dê bi riya me û bi hilbijartinê bên danîn.”

Seîd Husên ku serokê partiya Tevdema Demokratiya Azadiya Êzîdiyan e, dibêje partiya wî fermî ye û moleta xwe heye: “Me moleta damezrandina partiya xwe ji Bexdayê wergirtiye. Di yasa û sîstema Iraqê de, ti bendek li dijî encumena me nîne, çimkî em rêveberiyeke hilbijartî ne.”

 

Mela Bextiyar telefona min kir

Cîgirê Melbenda Mûsilê ya YNKê Husên Derman ku wek nûnerê YNKê beşdarî yekemîn civîna Encumena Êzîdiyên Şingalê bû, got: “Du rojan beriya civînê, bi telefonê ez hatim agehdarkirin ku civîneke partiyan li ser jiyana êzîdiyên Şingalê heye. Dema ez beşdar bûm, min dît ne civîn e, lê belê konferans e. Min tiştek negot. Lê belê ew xirecirî li ser min dirust kirin.”

Husên Derman ragihand ku YNKê jî ew rexne kir: “Ez nizanim çima medyayê ew heytehol dirust kir. Kantona Şingala çi? Min nizanîbû wiha dibe. Mela Bextiyar telefona min kir. Hemû endamên polîtbîroya YNKê min rexne dikin.”

 

% 70ê ji Rojavayê Kurdistanê hatine


Rêveberê Asayişê Qezaya Şingalê Qasim Simo dibêje: “% 70ê ji endamên Encumena Êzîdiyên Şingalê ji Rojavayê Kurdistanê hatine. Piraniya wan ne xwendewar in. Yên din jî bi tenê qonaxa seretayî ya xwendinê derbas kirine.”

Simo herwiha got: “Hinek ji endamên wan hatin ba me û daxwaza lêborînê kirin, çimkî ew dibêjin em bo xwarina nên çûbûn, lê wan em kirin endamên Encumena Êzîdiyên Şingalê.”

 

Şivanek jî bû endamê Encûmena Êzîdiyên Şingalê!

 

Endamekî Encûmena Êzîdiyên Şingalê ku di komîteya parastinê de cî digre, dibêje: “Ez şivanê pêz im. Gazî min kirin bo konferansê. Gava ez çûme konferansê, ji min re gotin tu jî xwe hilbijêre. Min jî rabû xwe hilbijart û min 30 deng jî anîn û bûm endam.”

Vî endamî nexwest navê wî bê eşkerekirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ez şivan im. Ez nizanim ne bixwînim û ne jî binivîsim, lê ez dikarim şer bikim.”



Nûçeyên Têkildar

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in
ÎRAQ21-11-2026

Wezareta Koçberan a Îraqê: Zêdetirî 6 hezar malbatên Curf Sexrê koçber in

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin
Kurdistan21-11-2026

Tirkiyeyê 4 fakulte û 2 dibistanên bilind ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girtin

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin
Kurdistan21-11-2026

Foruma Bajêr a Wanê tê lidarxistin: Pispor û siyasetmedar pirsgirêkan gotûbêj dikin

Pirsên