Mesrûr Barzanî: Li gor min seyre ku YNK civînên hikûmetê boykot bike

19-01-2023
RÛDAW
Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de îro Pêncşemê hevpeyvîneke rojnamevanî pêk anî ku tîma Rûdawê jî li wê derê amade bû
Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de îro Pêncşemê hevpeyvîneke rojnamevanî pêk anî ku tîma Rûdawê jî li wê derê amade bû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî boykota civînên Encûmena Wezîran a Kurdistanê ji aliyê wezîran a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) ve de got, "Bi ya min tiştekî seyr e ku YNK hevdîtinên hikûmetê boykot bike" û bang li wan kir ku li civînên encûmena wezîran vegerin û nîqaş û hevdîtinên xwe bidomînin.

Roja Dûşemê 16ê Çileya 2023an, Foruma Aborî ya Cîhanî li bajarê Davos yê Swîsrayê destpêkir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di forumê de beşdar e û çend hevdîtin û civînên wî hebûn.

Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de îro Pêncşemê hevpeyvîneke rojnamevanî pêk anî ku tîma Rûdawê jî li wê derê amade bû.

Mesrûr Barzanî destpêkê sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên êrişa li Merdînê ku 5 welatiyên ji Duhokê li wê parêzgha Bakurê Kurdistanê hatin kuştin û got: “Ez sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan dikim û ez hêvîdar im Xwedayê mezin sebrê bide her kesî û cihê qurbaniyan jî bihişt be.”

Li ser pirseke Şandeyê Rûdawê yê bo Davosê Senge Ebdurahman de ya derbarê boykotkirina civînên Desteya Wezîran ji aliyê YNKê ve Mesrûr Barzanî got: "Ez matmayî mam ku hevalên me yênYNKê civînên Encûmena Wezîran boykot dikin û nayên. Em ti car naxwazin Encûmena Wezîran bibe cihê kêşeyan, hemû beşdarên hikûmetê divê eger kêşeya wan heye, yan rexne û gotina wan heye, di civînên Encûmena Wezîran de gotina xwe bêjin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji bo budceyê, ev cara yekem e ku Herêma Kurdistanê dikare beşdarî dariştina budceya 2023an bibe û tiştê li ser wan, hatine cîbicîkirin  û nêrîna xwe gihandiye hikûmeta Iraqê, hinek mijarên wan yên din ên navxweyî mane, em hêvîdar in demildest li Encûmena Wezîran a Bexdayê budce were pesendkirin û bişînin Parlamentoya Iraqê.

Li ser pirsa “Hilbijartin paş ket, hûn wek hikûmet çi dikin ji bo ku îsal hilbijartin were kirin, daxwaza we li ser hilbijartinan çi ye?” Barzanî got: “Ez di destpêkê ve ligel wê yekê bûme ku hilbijartin di dema xwe de were kirin û neyê dirêjkirin, bi her hal divê îsal çawa dibe bila bibe ew hilbijatin were kirin. Ez bi xwe bi hemû şiyana xwe piştevanê wê yekê me ku hilbijartin di dema xwe de were kirin û ti rê jî bi bihaneyan neyê dayîn ku ev hilbijartin were paşxistin. Tiştê li ser hikûmetê ye, dabînkirina pêwîstiyan e, em amade ne ku cîbicî bikin, beşeke wê jî aliyê yasayî ye, hêvîdar im ew jî werin çareserkirin û êdî ber bi hilbijartineke serkeftî û paqij biçin.”

Mesrur Barzanî di wê bawerê de ye bo ewlehiya xorakê, çavê welatan li ser Herêma Kurdistanê ye daku rola wê hebe di dabînkirina wan pêdiviyan de û ew dibêje: “Di warê aramî û ewlehiyê de jî li navçeyê, Herêma Kurdistanê roleke bi bandor di rûbirûbûna terorîzmê û dabînkirina aramiya navçeyê de hebûye, ji ber wê em şiyan peywendiyên xwe ligel dostên xwe nû bikin û gotinên zêdetir  ligel wan bikin û ligel hinek xelkê nû jî peywendiyan çêbikin.”

Di çarçoveya hevdîtinên li Davosê Mesrur Barzanî dibêje, wan daxwaz ji kompanyayan kiriye li Herêma Kurdistanê weberanînê bikin û got: “Di sektora bankeyan de jî ku me bernameyek têrûtesel ya reformên bankeyan heye dîsan bi giranî em li ser wan mijaran jî axivîne û me daxwaz kiriye ew kompanyayên ku peywendiya wan heye an jî dixwazin li Kurdistanê veberanînê bikin bên û em jî bikarin alîkariya hev bikin.”

Du pirsên Rûdawê

 

Senger Ebdulrehman di konferansa rojnamevanî de du pirs ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Mesrur Barzanî kirin ku ev deqê wan e:

Senger Ebdurahman: Min dû pirs hene; pirsek ji wan li ser wê yekê ye  niha Hikumeta Iraqê bi amadekirina budçeya sala 2023an ve mijûl e, cenabê te serdana Bexdayê kir, Şandên Herêma Kurdistanê jî berdewam serdana Bexdayê dikin, ti pêşveçûnek li ser rêkeftina budçeyê heye, li ser mijara petrol û gaza Herêma Kurdistanê hûn di wê bawerê de ne sala 2023an budçe bo Herêma Kurdistanê tê? Pirsa min a duyem jî li ser Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê  niha beşdarî civînên hikumetê nabin, hûn li Hikumeta Herêma Kurdistanê çawa vê pirsgirkê çareser dikin daku em di civînên Hikumeta Herêma Kurdistanê de êdî Yekitiyê jî li wê derê bibînin?

Mesrur Barzanî: “Derbarê pirsa yekem: Berî ku em bêne vê derê, em çûn Bexdayê û li ser hejmarek mijaran gelek axaftin hatine kirin ku berê jî me rêkeftineke siyasî ligel hikumeta niha heye,  pêşiya  dirustbûna hikumetê me ew rêkeftin kiriye. Li ser wê yekê  ku çawa ev rêkeftin bê cîbîcîkirin, me gelek axaftin li ser kirine û yek ji wan jî mijara maddeya 140 bûye, mijara çalakkirin û cîbîcîkirina Rêkeftina Şingalê bûye,  herwiha dariştina yasaya petrol û gazê ku çendîn car şandên me çûn û berdewam jî dibin di çûnê de daku em bikarin yasayekê amade bikin ku bigunce bo vê rewşa niha weke Hikumeta Federalî ya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdayê  tendirust bin, divê ev hemû di çarçoveya yasayekê de bên rêkxistin.   Li ser mijara budçeyê jî ku Herêma Kurdistranê bo cara yekem e bikare beşdariyê di dariştina budçeyê bo sala 2023an de  bike, ew a li ser Herêma Kurdistanê bûye karê xwe kiriye, me nêrîn û boçûnên Herêma Kurdistanê gihandine Hikumeta Federalî,  niha dibe hinek mijarên din yên navxweyî hebin, em hêvîdar in dawî li van hemûyan bê û heta zûtir e ew budçe di Encûmena Wezîran de bê pesendkirin û piştre biçe Parlamentoyê û li wê derê jî em hêvîdar in bê pesendkirin daku qet nebe ev pirsgirêka darayî ya ku heye sist bibe yan înşallah her nemîne. 

Mijara duyem; bi min balkêş e biraderên Yekitiyê civînên Encûmena Wezîran boykot dikin û nayên, bi me qet ne wiha ye ku Encûmena Wezîran bibe cihê pirsgirêkê, belku hemû endam û beşdarvanên vê hikumetê pêdiviye eger pirsgirêkên wan hene yan rexneyên wan hene yan gotinan wan hene li ser civînên Encûmena Nûneran, gotinên xwe bikin, lê ya rast be piştî wê yekê li Hawkar Caf li Hewlêrê hat şehîdkirin û me daxwaz kiriye ku tohmetbar bo dadgehê bên radestkirin, pirsgirêk hat mezinkirin, eger niha jî ew tohmetbar radestî yasayê bên kirin û komîteyên  hevbeş jî hebin daku lêkolînê li ser bikin, ev girêya kor e û dibe em dest bi hemû gotinên din bikin, di destpêkê de jî min gotiye hikumet hikumeta hemû Herêma Kurdistanê ye û ti navçeyeke Herêma Kurdistanê ji navçeyên din cuda nîne û nabe jî bo mijarek siyasî yan mijareke şexsî navçegerayetî bê kirin ji vê mijarê, ji ber wê yê berjewendiya welatê wî li cem wî girîng e, berjewendiya xelkê wî li cem girîng e, ez hêvîdar im bên erkê xwe yê niştîmanî bicihbînin û beşdarî civînên Encûmena Wezîran bikin bo çareseriya ew pirsgirêkên ku hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst