Li Mêrdînê ji bo dersên Kurdî firiya

Mêrdîn (Rûdaw) - Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, werzişvanê pereşûtê Tarik Ayebe ji bo ku balê bikişîne ser dersên bijarte yên Kurdî li asîmanê Dêrikê firiya.

Werzişvanê Kurd Tarik Ayebe bangî dê û bavan kir ku dersên bijarte yên Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin û xwedî li zimanê xwe derkevin.

Tarik Ayebe li ser Girê Êrgebabayê yê Dêrika Çiyayê Mazî amadekariyên xwe yên dawî kirin.

Surprîzeke werzişvanê pereşûtê hebû; ew vê carê ji bo dersên bijarte yên Kurdî firiya.

Ayebe bi amadekirin û libakirina tîpên Kurdî yên "X, W û Q"yê xwest bala dê û bavan bikişîne ser girîngiya bijartina van dersan.

"Ez dê ji bo zimanê Kurdî bifirim"

Pereşûtvan Tarik Ayebe armanca xwe wiha anî zimên:

"2017an ez ji bo giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê firiyam. Piştî wê ez ji bo bîranîna Helebceyê firiyam.

Nêzîkî du mehan berê ez ji bo alîgirên Zaxoyê firiyam da ku li tevahiya cîhanê bibin alîgirên herî baş. Niha jî ez dê ji bo zimanê Kurdî bifirim."

"Mirov li ser zimanê xwe şîn dibe"

Peyama Tarik Ayebe pir zelal e; “her dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.”

Eger ziman bihele neteweya mirovan jî bi ziman re ji holê radibe. Ji ber vê yekê jî bangî dê û bavan dike ku biçin dersên Kurdî hilbijêrin.

Ayebe wiha got, “Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe şîn dibe.

Heta ku em mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ji destpêkê heta zanîngehê bi dest dixin, divê em niha biçin serî li wan dersên Kurdî bidin.

Heger hefteyê du demjimêran be jî divê em serî lê bidin û heta ku em mafê perwerdeyê bi dest bixin, vî mafî bi kar bînin.”

Li gorî gotina Tarik Ayebe, eger her kes xwedî li zimanê xwe derkeve, zimanê Kurdî dê wekî pereşûta wî bilind bimîne û ti carî nekeve.