Swîsre: Divê li Sûriyeyê biryarnameya mafên Kurdan bê bicihanîn

1 demjimêr berê
Niyaz Mistefa
Nîşan Swîsre Kurd Peyman Agirbest Mafên Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê piştgirî da peymana navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).

Wezaretê tekez kir ku divê biryarnameya (mersûm) taybet a li ser parastina mafên Kurdan bi hûrgilî bê bicihanîn.

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê bersiv da e-maila me. 

Wezaretê li ser peymana agirbestê ya 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û Şamê de got:

"Swîsre piştgiriyê dide wê peymanê ku çarçoveyekê ji bo agirbesteke mayînde û teşwîqkirina veguhastineke siyasî ya berfireh pêk tîne."

Girîngiya biryarnameya mafên Kurdan

Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê amaje pê kir ku ji bo wan "girîngiyeke sereke heye" ku peyman bi taybetî bicihanîna biryarnameya serokatiyê ya 16ê Kanûna Paşîn a li ser parastina mafên Kurdan li xwe bigire.

Her wiha divê rêz li agirbesta li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bê girtin.

Ev helwesta Swîsreyê piştî wê yekê tê ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo bidawîanîna pevçûnên çekdarî gihiştin peymanekê.

Di wê çarçoveyê de biryarnameyeke taybet ji bo naskirin û parastina mafên pêkhateya Kurd li Sûriyeyê hat derxistin.

Şopandina rewşê

Hikûmeta Swîsreyê tekez kir ku ew dê şopandina hûrgilî ya pêşhatên dawî bidomînin, bi taybetî jî rewşa mirovî ya li herêmê.

Her wiha amaje pê kir ku ew rewşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî sîstematîk bi hemû aliyên pêwendîdar re, di nav de berpirsên hikûmeta veguhêz, gotûbêj dikin.

Swîsre her tim wekî navendeke navneteweyî mazûvaniya gera dan û standinên Cenevreyê kiriye.

Niha jî tekezî li ser veguhastineke siyasî ya berfireh dike ku tê de mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyeyê parastî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst