Yekem haleta tûşbûna bi koronayê li Duhokê hat tomarkirin

19-03-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Duhok Coronavirus Vîrusa Korona
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, yekemîn haleta tûşbûna bi vîrusa Koronayê li bajarê Duhokê hat tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, kesê ku li Duhokê tûşî vîrusê bûye, zilamekî 50 salî ye û ji Almanyayê vegeriyaye Herêma Kurdistanê.

Wezareta Tendirustiyê dibîje, di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li dû gumanlêkiriyan, tûşbûyeke vîrusa koronaya nû COVID-19 li bajarê Duhokê hat destnîşankirin, ku zilamekî temen 50 salî ye û ji welatê Almanyayê vegeriyaye.

Bi tomarkirina vê haleta nû ya li Duhokê, hejmara tûşbûyên vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê gihêşte 40 kesan.

Ji wan 40 kesan jî, 29 kes li Silêmaniyê, 9 kes li Hewlêrê, li her yek ji Helebce û Duhokê jî kesek tûşî vê vîrusê bûne.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan dikin, ku pabenndî rênimayiyên tendirustî yên taybet bi rûbirûbûna Koronayê bin û di dema pêwîst de peywendiyê bi hêla telefonê ya 122 bikin.

Li aliyekê din, Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê, Dr. Sebah Hewramî ji Rûdawê re gotibû, “me di rûbirûbûna Koronayê de qonaxeke baş derbas kiriye” û daxwaz ji xelkê kiribû, ku “li malên xwe bimînin û pabendî rênimayiyên tendirustî bin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst