Li Bismilê agirê Newrozê bi peroşoke mezin hat pêxistin
Amed (Rûdaw) - Yek ji navendên pîrozbahiyên Newrozê jî Bismila Amedê bû. Bi hezaran kes bi coş û peroşeke mezin agirê Newrozê dadan, Newroz li ber govend û dîlanê pîroz kirin. Li bajarê Amedê jî amadekariya pîrozbahiya herî mezin a çar perçeyên Kurdistanê berdewam dike. Beşdarên pîrozbahiya Bismilê ji Rûdawê re gotin ew ê roja 21ê Adarê telvi pîrozbahiya Amedê jî bibin.
Ji 15ê Adarê ve li dehan bajar, navçe û bajarokên bakurê welat agirê Newrozê bi coş û peroşeke mezin tê pêxistin.
Îsal hûr û gir li hemû bajar û bajarokan li 72 cihan Newroz tê pîrozkirin. Yek ji navendan jî navçeya Bismila Amedê ye. Newroz her çiqas weke şahiyek jî be, ji ber şert û mercên siyasî yên welêt dirûşm û daxwazên ku derdikevin pêş jî zêdetir daxwazên kolektîf in.
Peyamên welatiyan ên derketine pêş wiha ne:
- Newroz pîroz be bila
- Em aştiyê dixwazin. Em yekitiyê dixwazin.
- Kurmanc jî însan in. Tev hatine kuştin. Aştî aştî aştî
- Aştiyê, barişê em dixwazin.
- Bila xwîn nerjie. Her bijî Kurdistan. Em azadiyê dixwazin. Kurdistanê dixwazin. Em doza xwe dixwazin. Her bijî.
- Aştiyê dixwazin, azadiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin.
- Newroz pîroz be.
Li gorî biryara ku Komîteya Amadekar a Newrozê girtibû bajarên sereke jî tê de pîrozbahiyên Newrozê bi hevkariya 7 partî û rêxistinên Kurdan têne birêvebirin. Ji niha de li gelek bajar û navçeyên sereke ev pîrozbahî pêk hatine.
Beşdariyek dibêje: “Ez li ser cenaze jî bim ez ê herim newroza Amedê. Ez ê herim Amedê. Diyarê bekir.”
Yek din jî got: “Ez ê di 21'ê mehê de biçim Newroza Amedê. Mehek e ez li benda wê me. Çawa neçim?”
Ji bo hemû pîrozbahiyan her çiqas amadekariyeke xurt hatibe meşandin jî amadekariya herî xurt ji bo pîrozbahiya bajarê Amedê tê kirin. Lewre Amed di hêla girseyî û peyamên siyasî de ji hemû bajarên kurdan zêdetir derdikeve pêş.
Qada pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ji 156 hezar metrekareyan pêk tê û platforma Newrozê jî 320 metre ye. Di pîrozbahiya Amedê de her sal bi qasî 5 ton êzing û dar tên şewitandin.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz û Serokê Partiya Azadiyê Ayetullah Aşitî dê di Newroza Amedê de biaxivin. Ji çar perçeyên welat û cîhanê jî bi hezaran kes ji bo Newroza Amedê weke mêvan hatine vexwendin. Dirûşma îsal a Newrozê jî “Dem Dema Serkeftinê” ye.