Agirê Newrozê li Êlihê hat dadan

Êlih (Rûdaw) -  Cejna Newrozê li Êlih a Bakurê Kurdistanê ji bo erdhejên ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt, di nava matemîniyekê de derbas bû.

Îro li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li 24 navendan agirê Newrozê hate pêxistin û Newroz bi awayeke girseyî hate pîrozkirin. Yek ji wan navendan jî bajarê Êlihê ango Êlihê bû. Bi hezaran kesan li Êlihê berê xwe dan qada Newrozê û ji bo kurd û Kurdistanê daxwaza azadiyê kirin.

Ligel egera baranê jî xelkê Êlihê ango Êlihê qefle bi qefle berê xwe dide pîrozbahiyên Newrozê.

Îsal ji ber erdheja ku li 10 bajaran çêbibû û bi dehan hezar kes miribûn piraniya xelkê cil û bergên reş li xwe kiribûn û hatibûn qada Newrozê.  Kiras û xiftan, şal û şapik ango cilên kurdî û coş û peroş li gorî par kêmtir bû. Digel vê yekê jî rengên herî xweşik ên Newrozê weke heke hersal dîsa jin bûn.

Di pîrozbahiya Newroza Êlihê de peyam zelal bû; bila Kurd yekitiya xwe ava bikin.

Coşa herî mezin a pîrozbahiyê dema pêxistina agirê Newrozê bû. Bi sedan kes ev kêlî bi mobaîlên xwe tomar kirin.

Ji ber barana dijwar ku li Êlihê bariya bernameya pîrozbahiya Newrozê 2 demjimêr zûtir qediya.