Gever (Rûdaw) - Yek ji navceyên Bakurê Kurdistanê her sal Newroz bi coşeke mezin tê pîroz kirin Gever e, îsal li Geverê ji ber erdhejê û barîna baranê û şiliyê hejmara xelkê ku di ahengên Newrozê de beşdar bûne li gorî salên borî kêmtir bû.
Li Gevera navçeya Colemergê baran û berf dibare rê di bin heriyê de mane lê tevî vê yekê jî xelkê gGeverê nêzîkî 5 km ji navenda navçeyê meşiyan û berê xwe dan qada Newrozê.
Parlementera HDPê Meral Daniş Beştaş ku li Geverê beşdarî ahenga Newrozê bû, got: “Newroz pîroz be, li hemberî zilmê li hemberi zordariyê li hemberî erdhejê li hemberî şîna me îro roja berxwedanê ye.”
Parlemnterê HDPê Sait Dede jî got: “Newroz a hemû gelan e, lê Newroz destpekê ya Kurdan e. Em silavên xwe ji bo Hewlêr û Mehabad û Qamişlo û Amedê dişînin. Em dizanin Newroz li hemberî zilmê û zordariyê ye.”
Newroza îsal li Geverê jî weke gelek navçe û bajaran bi xemginiya erdhejê hat pêşwazîkirin. Stranên hatine gotin jî weke bend û zêmarî ji bo rihê qurbaniyên erdehejê hatin bexşîn.
Serokê Şaxa HDP ya Geverê Şoreş Dirî jî got: “Me dixwast em li Geverê Newrozê bi coşeke mezin pîroz bikin, lê em ji ber erdhejê xemgîn in. Gelê Geverê tevî baranê hatin Newroza xwe pîroz kirin em dibêjin her der Newroz her dem azadî.”
Xelkê Geverê weke Newrozên borî di vê Newrozê de jî dîsa daxwaza aştî û azadiyê dubarê kirin û xelk piştî bernamaye Newrozê dîsa di rêya kur û herî de di bin kontrola asayîşê de vegeryan malên xwe.
Hemwelatî Eladîn Hewzillah jî got: “Ez ji bo aşitî û yeketiya her çar parceyên Kurdistanê Newroza hemu Kurdan pîroz dikim.”
Îsal li parêzgeha Colemergê yekem agirê Newrozê roja 15ê mehê li navçeya Şemzîna hatibû vêxistin dawî bernameya Newrozê jî dê roja 20ê mehê li navenda parêzgahê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse