Amed - Ji ber kûçikan direviya, ket û birîndar bû

19-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Kûçik Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê ciwanek ji ber êrişa kûçikên kolanê birîndar bû.

Bûyer demjimêrên dereng ên şeva borî li taxa Tîgrîsê ya girêdayî navçeya Rezanê ya Amedê çêbû.

Li gorî zanyariyan, dema ciwanê 22 salî yê bi navê M.Ç. li kolanê dimeşiya rastî êrişa kûçikên serberdayî yên li kolanê hat.

Ciwanê navborî hewl da bireve û xwe ji kûçikan rizgar bike lê serê xwe li kêleka peyarêyê da û birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û wan M.Ç. rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê.

M.Ç. piştî ku demekê di bin çavdêriya bijîşkan de ma çû malê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst