کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

'Derbasbûna Heyet Tehrîr el-Şam bo nav Efrînê pilaneke Tirkiyê ye'

RÛDAW

RÛDAW

19-06-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW19-06-2022

Nûçeyên Têkildar

Di ser şer re 6 meh derbas bûn: Kurdên Rojavayê Kurdistanê di çi rewşê de ne?
Kurdistan18-08-2026

Di ser şer re 6 meh derbas bûn: Kurdên Rojavayê Kurdistanê di çi rewşê de ne?

DÎLOK - Bi kêrê êrişî parlamenterê Partiya NÛ hat kirin
Kurdistan18-08-2026

DÎLOK - Bi kêrê êrişî parlamenterê Partiya NÛ hat kirin

Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Kurdistan18-08-2026

Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam anku Cebhet el-Nusre ya berê û Ehrar el-Şam derbasî gundewarên rojava û başûrê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûbûn. Şîrovekarê siyasî Dr. Mehmûd Ebas got “Derbasbûna Heyet Tehrîr el-Şam bo nav Efrînê pilaneke Tirkiyê ye.”

Çavkaniyên ku ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn piştrast kirin ku hêzên Heyet Tehrîr el-Şam û hevpeymana wê Tevgera Ehrar el-Şam derbasî nav bajarê Cindirês bûn û ti grûpeke çekdar ji artêşa Niştimanî a girêdayî Tirkiyê bergirî nekir.

Ji aliyê başûrê Efrînê ve jî, hêzên Heyeta Tehrîr el-Şam ji gundê Xezêwiyê, heta Birc Evdalo, Basûtê, Eyn Darê, û Kurzêlê dan ber xwe. Di heman şevê de hêzên Tehrîr e-Şam û Ehrar el-Şam gihiştin nêzîkî gundê Tirndê ku êdî bûye taxek ji bajarê Efrînê.

Dr. Mehmûd Ebas, nivîskar û şîrovekarê siyasî ji bernameya Çavê Sêyem a radioya Rûdawê re got, derbasbûna Heyeta Tehrîr el-Şam bo nav herêma Efrînê pilaneke Tirkiyê ye.

Şîrovekarê siyasî Dr. Mehmûd Ebas dibêje “Nakokî zêde bûne û ew amûrên Tirkiyê yên ku îro li Efrînê bi wan re ne û pişta xwe pê girê dide ku êrişî herêma Minvic û Til Rifet bikin, jê re ne hêsan bû ku wê operasyonê bidawî bînin. Pêwîstiya wê bi xurtkirina Tahrîr el-Şam re hebû ji bo ku pê re operasyon bike.”

Dr. Zara Salih, nivîskar û şîrovekarê siyasî ji heman bernameya rdioya Rûdawê re got, Tirkiye dê nikaribe êrîşî Til Rifet û Minbicê bike.

Şîrovekarê siyasî Dr. Zara Salih diyar kir “Ez bawer dikim wê Tirkiye nikaribe derbasî ne Til Rifet, ne jî Minbicê bibe, ji ber ku Til Rifet bixwe di bin destê Rûsyayê de ye, hêzên rejîmê û baregehên Rûsî li wir in û Minbic jî ji berê de di bin destê Amerîkayê de ye. Ez bawer dikim bikaranîna van hêzan kaxezeke siyasiye di destê Rûsyayê de.”

Li gorî çavkaniyên ku ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn, sibeha yekşemê çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam pêşveçûn xwe rawestandin, lê tirseke mezin li nav bajarê Efrînê hebû.

Tevî ku hin çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ragihandine ku piştî vegerandina baregehên Ehrar el-Şam, hêzên Tehrîr el-Şam vekişiyane, lê heta niha ev zanyarî nehatine piştrastkirin.

Pirsên