Rojdaya ku li Colemêrgê lê digeriyan li Wanê hat dîtin

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Rojda Edîş Colemêrg Collective Çelê Wan Bab el-Hewa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojda Edişa ku 14 salî ya ku ev du roj bûn li navçeya Çelê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê lê digeriyan, li Wanê hat dîtin.

Piştî ku mirovên Rojda Edişê yên ku li gundê Aşûtê ragihand ku ew nizanin Rojda li kû ye, bi kordîneya AFADê operasyoneke lêgerînê hat kirin.

Tîmên AFAD, UMKE û cendirmeyan ji bo dîtina Rojdayê li gund û derdora dest bi lêgerîn kir.

Di encama xebatan de  hat tespîtkirin ku Rojda Ediş li Wanê ye.

Tîmên polîsan Rojda Ediş ji cihê ku lê bû hildan û wan ew veguhest Birêvebiriya Polîsan a Wanê.

Piştî karûbarên wê temam bibin dê Rodayê radestî malbata wê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst