Bedêla xizmeta bi Kurdî 8 sal cezayê girtîgehê ye

Amed (Rûdaw) - Dozgeriya Amedê, ji bo Remezan Şîmşekê ku par di Cejna Zimanê Kurdî de li kafeya xwe biryar dabû xizmetê bi Kurdî bike, ji salekê heta 8 sal û 9 mehan cezayê girtîgehê xwest.

Şîmşek her wiha ji ber vê biryara xwe 6 mehan di hepsa malê de mabû.

Remezan Şîmşek, xwediyê kafeyeke li Amedê ye. Şîmşek 15ê Gulana 2024an di Roja Cejna Zimanê Kurdî de li ser hesabê medyaya civakî ragihandibû ku dê li kafeya xwe tenê bi Kurdî xizmetê bide mişteriyên xwe.

Ev pêngava wî di demek kurt de li ser medyaya civakî belav bû û rastî bertek û gefên nijadperestên Tirk hat.

Piştî van bertekan, polîsan avêtibû ser kafeya Şîmşek û ew desteser kiribû.

"Zimanê me rûmeta me ye"

Xwediyê Kafeyê Ramezan Şîmşek li ser armanca xwe û cezayê ku jê re tê xwestin got:

“Armanca me ew e ku em zimanê xwe biparêzin. Ji ber vê yekê me gotiye em di kafeya xwe de yekemîn bi zimanê Kurdî xizmetê didin.

Di vê biyarê de li hemberî zimanekî din dijberî nîne û ne jî propagandaya tiştekî heye.

Di vir de zêdetir li hemberî bişaftinê parastina çand û ziman heye. Zimanê me rûmeta me ye. Li ser xebatên ziman cezakirineke wiha şermeke mezin e.”

"Hiqûqeke ecêb anîne ber me"

Parêzerê Ramezan Şîmşek Mehdî Ozdemîr jî anî zimên ku ew li hemberî îdîanameyê matmayî mane û li gorî yasayan divê ev doz bihata betalkirin.

Mehdî Ozdemîr sedemên dozgeriyê wiha rave kir:

“Ji ber ku di 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de biryara vê xizmetê daye, vê yekê wekî xebateke rêxistinî nirxandiye û wekî propagandaya rêxistinê bi nav kiriye.

Di hesaba înstagramê ya kafeyê de hin stranên bi Kurdî hatine parvekirin û di van stranan de peyva Kurdistanê derbas dibe. Dozger ev jî wekî propagandaya rêxistinê bi nav kiriye.

Ne bikaranîna navê Kurdistanê sûc e, ne jî xizmeta bi Kurdî sûc e û ne jî pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî sûc e.

Dema em wiha lê dinêrin hiqûqeqeke ecêb anîne ber me. Lê ji vê ecêbiyê nikarin ti sûcekî peyda bikin.”

Rûniştina yekem a doza Ramezan Şîmşek dê meha Çiriya Pêşîn bê dîtin û tê payîn ku gelek kes dozê bişopînin.