Hewlêr (Rûdaw) – Civîna 5 alî ya di navbera PDK, YNK, Goran, Yekgirtû û Komel bi dawî hat û aliyan lihev kirin ku civîna îro ya Parlamentoyê heta 23ê Tebaxê were paşxistin.
Civîna her 5 aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komela Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ya derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de bi beşdariya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk bi dawî bû.
Civîn duh şeb di saet 00:30an de dest pê kir û heta saet 06:00 û biqasî 5:30an berdewam kir.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Her dema ku hêzên siyasî di nav xwe de lihev kirin, hingê dê civîna parlamentoyê bê kirin.”
Fûad Hisên got: “Di vê civînê de biryar hat dan ku civîna parlamentoyê heta roja yekşemî 23ê Tebaxê were paşxistin.”
Peyamnêrê Rûdawê li cihê kombûnê, Hêvîdar Ehmed ragihadn: “Aliyên beşdar di civînê de lihev kirin ku civîna parlamentoyê were paşxistin bo roja yekşemî 23ê Tebaxê, heta wê demê ku alî bi hev re digihîjin rêkevtinekê.”
Peyamnêrê me herwiha got: “Nûnerê Amerîkayê di civînê de gellek nesîhet da aliyên kurdî ku rewşa niha li berçav bigrin û Berpirsê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa jî çend caran bi telefonê beşdarî civînê bû.”
Duh sêşemî saet 18:00ê êvarî jî civîna berfireh a partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi beşdariya 16 aliyan li Hewlêrê hat lidarxistin. Civîn heta saet 21:30 berdewam bû û tê de jibilî nûnerên partiyên Başûrê Kurdistanê, nûnerên Amerîka, Birîtanya û Neteweyên Yekbûyî jî beşdar bibûn.
Di civîna berfireh a duh şev de Tevgera Goranê beşdar nebibû.
Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK), Mihemed Hecî Mehmûd, Serokê Fraksyona Arasteya Sêyem Bapîr Kamela û Parlamenterê ermenî Yervant Emîniyan di daxuyaniyên xwe yên bo Rûdawê de behsa wê yekê kirin, ku Amerîka, Birîtanya û Neteweyên Yekbûyî ligel mana Mesûd Barzanî di kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bo heyama 2 salan de ne.
Tevgera Goranê ku beşdarî di civîna berfireh a partî û aliyên Başûrê Kurdistanê ya derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de nekir, di destpêkê de medyayên girêdayî wê wiha belav kirin ku ew partî beşdarî di civîna 5 alî de jî nake, lê belê piştre helwesta wan hat guhertin û şandeke wê tevgerê duh derengiya şev gihîştin Hewlêrê û li baregeha Polîtboruya YNKê ligel aliyên Komel, Yekgirtû û YNKê civiya.
Şanda Goranê piştre di saet 00:30ê şev li hola şehîd Seid Ebdullah tevlî civîna 5 alî bû û civînê dest pê kir û heta saet 06:00ê sibehiya îro dom kir.
Di civîna 5 alî de, Alîkarê Serokê PDKê Nêşîrvan Barzanî, Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî û endamê Serkirdatiya PKê Dilşad Şehab wek şanda PDKê beşdarî civînê bûn.
Şanda YNKê jî ji her yek ji Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, Berpirsê Desteya Îdarî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar, Endamên Polîtboruyên YNKê Rizar Elî û Seidî Ehmed Pîre, Qubad Talebanî û Derbaz Kosret Resûl pêkhatibû.
Ji aliyê Tevgera Goranê ve jî Omer Seyid Elî, Heme Tofîq Rehîm û Celal Cewher beşdarî di civînê de kiribûn.
Şanda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî di civînê de ji Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtû û Xelîl Îbrahîm pêkhatibû.
Ji aliyê Komela Îslamiya Kurdistanê ve jî Emîrê Komelê Elî Bapîr û Ebdusetar Mecîd di civîna 5 alî de beşdar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse