Dengên HEDEP û AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê çiqas in?

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîk Bakurê Kurdistanê HEDEP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyeke Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîkê, li Bakurê Kurdistanê dengên HEDEPê ji sedî 9 zêde bûne û dengên AK Partiyê ji sedî 5 kêm bûne.

Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Polîtîk encamên rapirsiya ku di navbera 27ê Çiriya Pêşînê û 1ê Çiriya Paşînê de li Bakurê Kurdistanê kiriye belav kirin.

Li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlîg, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Îdirê pirs ji welatiyan hat kirin.

Hatiye pirsîn ka gelo di hilbijartinên vê care yên şaredariyan de ew dengê xwe didin kê? Piştî wergirtina bersivan, Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Politik encamên rapirsiyê belav kirin.

Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Politik ragihand ku dengên HEDEPê li gorî sala 2019an ku wê demê HDP bû, ji sedî 9 zêde bûne.

Herwiha AK Partiyê li gorî wê demê ji sedî 5 dengên xwe ji dest dane. Dengên Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî ji sedî 0.2 ye û wek xwe ye.

Rapirsî ji ber nêzîkbûna hilbijartina şaredariyan hatiye kirin ku biryar e di 31ê Adara 2024an de bê kirin.

Encamên Rapirsiya Navenda Lêkolînên Meydanî ya Sosyo Politikê yên li Bakurê Kurdistanê wiha ne:

HEDEP: Ji sedî 52.9

AK Partî: Ji sedî 22.2

CHP: Ji sedî 7.1

MHP: Ji sedî 1.7

ÎYÎ Partî: Ji sedî 1.7

Jinûve Refah: Ji sedî 0.5

Zafer: Ji sedî 0.4

HUDA-PAR: Ji sedî 0.2

Seadet: Ji sedî 0.2

TÎP: Ji sedî 0.2

Bê Biryar: Ji sedî 8.1

Boykot: Ji sedî 4.9

Encamên Hilbijartina Şaredariyan (2019)

HEDEP (HDP): Ji sedî 43.7

AK Partî: Ji sedî 27.2

CHP: Ji sedî 6.1

MHP: Ji sedî 1.9

ÎYÎ Partî: Ji sedî 2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst