Foza Yûsif: Em naxwazin derfeta dîrokî ji dest bidin

20-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Desteya Hevserokayetiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî ya di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de got ku ew naxwazin derfeta dîrokî ji dest bidin

Endama Desteya Hevserokayetiya PYDê Foze Yûsif bi rêya Rûdawê daxwaz kir, şerê medyayî di navbera Encuemena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) de raweste û hemû alî hest bi berpirsariyê bikin.

Foze Yûsif dibêje, dibe ku her car nakokî derkevin, lê divê ew hewl bidin wan nakokiyan derbas bikin.

Yûsif herwiha got ku ew weke PYDê naxwazin vê ferseta dîrokî ji dest berdin.

Endama Desteya Hevserokayetiya PYDê Foze Yûsif wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me gelek sedemên hene em yekîtiya xwe pêk bînin. Bi min bi demerê nakokî dê bêne çareserkirin û divê em di vê pêvajoyê de bi hesas nêzîkî mijarê bibin. Herwih hemû ali divê bi berpirsyarî tevbigerin. Em wek PYD dikarin bibêjin em bi ti awayî amade nînin vê derfeta dîrokî ji dest bidin, bi nêrîna me tiştek nîne li ber me bibe asteng ku yekîtiya xwe ava bikin. Divê em ji dîroka xwe dersê werbigirî. Divê Kurd vê derfetê ji dest nede daku tiştên di sedsala borî de dubare nebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst