Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê daxuyaniyek belav kir.
KNKyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku parastina zimanê Kurdî bi hemû zaravayên xwe ve ne tenê mijareke akademîk e.
Li gorî KNKyê ev mijar di heman demê de mijareke neteweyî û mijara man û nemanê ye.
Ziman gencîneya dîrok û ramanê ye
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê wekî sîwanekê ye.
KNK 38 partî, hêz û rêxistinên Kurdan ên ji her çar parçeyên Kurdistanê li xwe digire.
KNK sala 1999an li bajarê Amsterdamê yê Holendayê bi beşdariya nêzîkî 700 Kurd û biyaniyan hat damezirandin.
KNKyê di daxuyaniya xwe de anî zimên ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ziman di heman demê de gencîneya çand, dîrok, nasname û ramana her neteweyê ye.
KNKyê hişyarî da û got, "Dema ku ziman tê paşguhkirin, dîrok û çanda wî gelî jî ji holê radibe."
Rewşa zimanê Kurdî li Kurdistanê
Daxuyanî bi vî rengî behsa rewşa zimanê Kurdî ya li Kurdistanê dike:
Başûrê Kurdistanê: Demeke dirêj e li Başûrê Kurdistanê saziyên fermî hene û zimanê Kurdî di destûra Îraqê de hatiye naskirin lê ji ber nebûna siyaseteke zelal û planeke xurt a li ser ziman, zimanê Kurdî di rewşeke zehmet de ye û rastî astengiyên mezin tê. Ji ber vê yekê, pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi israr û bi awayekî bibandor van astengiyan rake. Divê li ser rêkxistina kanalên ziman û perwerdeyê bixebite û rengekî rêxistinî bide wan.
Rojavayê Kurdistanê: Di saya wan guherînên ku li Sûriyeyê çêdibin, divê zimanê Kurdî di nav "destûreke mayînde" de wekî zimanê fermî yê îdarî û perwerdeyê cih bigire.
Bakur û Rojhilatê Kurdistanê: Li van her du parçeyên Kurdistanê, zimanê Kurdî rûbirûyî gefên cidî yên wekî "nijadperestî û dagirkeriyê" bûye. Her wiha zimanê Kurdî di pêvajoya perwerdeyê de nîne.
Metirsiya neman û paşguhkirinê
KNKyê ew malbat rexne kirin ku li malên xwe bi zimanên serdest ên derdorê diaxivin.
KNKyê destnîşan kir, "Ev zengilekî metirsîdar e ji bo nemana zimanê me."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû zaravayên Kurdî dewlemendiya neteweyê ne û divê di pêvajoya perwerdeyê de rêz li wan bê girtin.
Erkekî mirovî û neteweyî ye
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bangî civaka navneteweyî û rêxistinên pêwendîdar kir ku bala xwe bidin ser wê zexta ku li ser zimanê Kurdî heye û got:
"Bikaranîn û bipêşxistina zimanê Kurdî, erkekî mirovî û neteweyî yê li ser milê her ferdekî Kurd e çimkî ziman paşeroja me ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse