Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînê ya Rûdawê îro pênşembiyê bi beşdariya 12 pispor û şirovekarên taybet bi rewşa Sûriyê, semînarek derbarê herêma ewle li Sûriyê li dar xist.
Beşdarbûyên di semînarê de, nêrînên xwe derbarê eger û çawaniya damezrandin herêm an herêman ewle li nava axa Sûriyê de pêkêşkêş kirin. Herwiha di semînarê de, beşdarbûyan amaje bi zehmet û astengiyên li pêşiya avakirina herêm anko herêman ewle li Sûriyê jî kirin.
Bi nêrîna pirspor û şirovekarên beşdar di semînarê de, ji bo avakirina herêma ewle li Sûriyê divê rêkevtineke navdewletî li ser vê mijarê hebe.
Hevserokê Encumena Sûriyeya Demorkatîk (ESD) Riyaz Derar jî ku beşdarî semînara Navenda Lîkolînê ya Rûdawê bûbû, ragihand: “Çêkirina herêma ewle li Sûriyê gelek giring e û bûye pêwîstiyek. Pêwîst e em bi vê arasteyê kar bikin, heta eger em gihîştin şêweyek ji federaliyê jî.”
Pisporê stratejîk, Lîwa Mihemed Hacî Elî jî li ser çêkirina herêma ewle li Sûriyê gumana xwe anî ziman û diyar kir, ku ew yek ji bo dabeşkirina Sûriyê ye.
Lîwa, Mihemed Hacî Elî got: “Eger mebest ji wê yekê parçekirin nebe, çima ji destpêkê ve herêma ewle nehat avakirin. Xelk jî bi vî awayî aware nedibû.”
Herwiha Serokê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro jî di vê semînarê de gotarek pêşkêş kir.
Îbrahîm Biro di axavtina xwe debehsa astengî û zehmetiyên li pêşiya çêkirina herêma ewle li Sûriyê kir û li ser wê yekê destnîşan kir: “PYDê nakokî li hel Başûrê Kurdistanê û li gel Tirkiyê heye. Hevdem qeyrana siyasî ya navxweyî jî heye ku astengiyê li pêşiya damezrandina herêma ewle li başûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û deverên rojavayê Firatê çê dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse